'Wê rojnameger karê xwe dewam bikin'

  • 13:06 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
AMED - MKGP û DFG’ê beriya danişîna rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga berdana rojnamegeran hate kirin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Her wiha hat gotin:"'Wê rojnameger karê xwe dewam bikin."
 
Dozên Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25'ê nîsanê de hatibûn biçavkirin, îro ne. Danişîna doza rojnameger Gok li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Malbat û hevalên Gok jî di danişînê de amade bûn. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Serhat Eren, Cengîz Çandar û parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘Li vir dîsa rojnamegerî tê darizandin’
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku ew li ber deriyê edliyeyê li benda hevalên xwe yên rojnameger in. Serdar, diyar kir ku ew ji bo guhdarîkirina rojnameger Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatine û wiha domand: “Dema em li îdianameya du hevalên xwe dinêrin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin. Bi rastî li vir dîsa rojnamegerî tê darizandin. Em hemû jî dizanin ku ev ne sûcê hevalên me yên rojnameger e. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Cihê wan ne zindan e. Gelek hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne. Pêwîst e di zûtirîn demê de bên berdan. Rojnamegerî, rojnameger bêdeng namînin.”
 
‘Ew bi îşkence û girtinan nikarin dengê me qut bikin’
 
Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî diyar kir ku rojnameger bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin. Roza, destnîşan kir ku rojnameger Gok kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut a di Newroza Amedê de kişandibû lewma hedef hatiye girtin û wiha pê de çû: “Rojnamegerî nayê darizandin. Li gorî peymanên navneteweyî jî darizandina rojnamegeran sûc e. Ew bi îşkence û girtinan tu carî nikarin dengê me qut bikin. Wê rojnameger karê xwe dewam bikin. Her çiqas êriş bê kirin jî wê rojnameger bêtir bi pênûsa xwe bigirin û xwedî li pênûsa xwe derkevin."
 
Piştre ji bo rojnamegerên girtî Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Amedê Cengiz Çandar û Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgin Tanrikulu jî axivîn.