Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 12:51 14 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza Hevgerînendetiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundama bi KHK’ê hate girtin Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan dîsa hate taloqkirin. 
 
Danişîna 28’êmîn a doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat lidarxistin. Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsê Reyhan Çapan ên tên darizandin tevli danişînê nebûn, lê parêzer Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû.  
 
Ozcan, daxwaz kir ku dosyayên dozê yên derbarê muwekîlê wan de ji aliyê dadgehê ve bên xwestin û bên yekkirin. Dadgeha biryar da ku dosya li ser UYAP’ê bên şandin û daxwaza yekkirina dosyayan di navbera danişînê de bê nirxandin û danişîn taloqî 11’ê çileya 2024’an kir.