Sûcên mirovahiyê yên li Efrînê dewam dikin

  • 12:29 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk  li kantona Efrînê ya dagirkirî sûcên xwe dewam dikin. Şêniyekî mala koçberekî firot şêniyekî din, her wiha welatiyek ji Raco hate revandin û çeteyan li Şerayê 100 dar birîn.
 
Artêşa Tirk û komên girêdayî wê sûcên xwe li dijî xelkê kantona Efrînê ya dagirkirî bi armanca valakirina kantonê, guhartina demografîk û tirkkirina wê dewam dikin.
 
Çavkaniyekê ji ANHA'yê re da zanîn ku li navenda kantonê di 11'ê Îlonê de şêniyek ji malbatên komên girêdayî dewleta tirk maleke koçber bi hezar û 400 dolar firot şêniyekî din.
 
Mal li taxa Zêdiyê ya navenda kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Mal a Mihyedîn Ehmed ê ji xelkê navçeya Bilbilê ye.
 
Şêniyê ku mal firotî Ebduîlah Ehmed e û ji bajarokê Sebîne yê Şamê ye.
 
Çavkaniyekî aşkera kir ku li Racoyê çeteyên Sultan Murad welatiyê bi navê Cemîl Cafer (33) ê ji gundê Mamila yê Racoyê revand, fidye ji malbatê xweset û ber bi cihekî nediyar ve birin.
 
Çavkaniyek ji navçeya Şerayê jî diyar kir ku çeteyên El Hemzat bi serkêşiya serçet Ebû Bera El Hilî yê ji bajarê Enedan ê bakurê Helebê zêdetirî 100 darên hawîrdorê li daristana gundê Xalidiyê yê navçeyê birîn.