Li Silêmaniyê mirineke bi guman a jinekê

  • 12:28 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê jinek ciwan ji ber sedemek nediyar ji pirekê kete xwarê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
 
Di saetên zû yên sibehê de cenazeyê jinek ciwan li ser cadeya li binê pira li ber Kampa Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê hat dîtin. Piştre tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê û cenaze ji bo nexweşxaneyê veguhestin.
 
Berpirsê beşa lezgîn a nexweşxaneya Silêmaniyê Saman Nadir derbarê bûyerê de ragihand, bûyer di saet 06: 12’an de çêbûye, jinek temenê wê di navbera 18-20 salî de ji pira li ber Zanîngeha Silêmaniyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Saman Nadir diyar kir dema ku tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê, jina ciwan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha diyar kir heta niha jî sedemê bûyerê nayê zanîn ka xwekujiye yan jî qezayek e.