Berxwedana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (5)

  • 09:08 14 Îlon 2023
  • Dosya
 
Parisa Ghasemi: Li dijî dîktatoran berxwedanek mezin pêwist e
 
Melek Avci
 
ENQERE - Fîlmçêkera Îranî û aktîvîsta femînîst Parîsa Ghasemî, diyar kir ku jin li Îranê dijî rejîmê paşve gavê navêjin û got: “Gelek jînî asta daxwaza azadiyê derbas kirine. Ji ber êdî biryara jiyankirina azadiya xwe dane.”
 
Di 13’yê cotmeha 2022’yan de li Tehranê jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê yên rejîmê ve hat qetilkirin. Di ser bûyerê re salek derbas bû. Piştî bûyerê li Îran û Rojhilat çalakiyên protestoyî destpêkirin û demek kurt çalakî her çûn mezin bûn.
 
 Fîlmçêkera Îranî û aktîvîsta femînîst Parîsa Ghasemî, berxwedana li Îran û Rojhilat, hedefên jinan û çareserî nirxand.
 
* Serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir didome. Di salekê de çi hatin jiyîn çi bû?
 
Tevgerek wisa xweş hat jiyîn ji bilî Îranê li cîhanê hinek tişt şiyar bûn. Em her tim ji aliyê rejîmê ve hatin pelçiqandin. Lê me vê carê got êdî bes e. berê jî zext hebûn. Serhildan hatibûn jiyîn. Lê vê carê cudahiyek mezin hebû. Komên bindest jin di eniya pêş de bûn. Mixabin rejîmê li dijî vê êrişên mezin pêk anî û gelek çalakger girtin, gelek qetilkirin û kor kirin. Mirovan li dijî vê hewl dan riyên nû bibînin. Bêîtiatiya sivîl cerbiandin. Niha çeka herî xurt ya bikar tîne ne. Ev salek wêneyên ku jin û LGBTÎ parve dikin hene. Ev beriya tevgerê jî hebû lê nedihat dîtin. Kesî nikaribû biaxiviya. Lê piştî vê tevgerê mirovan mafên xwe bidest xistin. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan. Em di berhemên hunerê, reqsa li kolanê de vê serhidanê dibînin.
 
* Pêşengên serhildanê jin bûn lê ciwan û nasnameyên cuda jî cihgirtin. Sedema vê yekbûnê çibû? Çima hemû komên etnîk hatin gel hev?
 
Bersiva herî rast li gorî min zext bûn. Ji ber kesên hatin gel hev, mirovên herî bindest yên civakê bûn. Em li civaka Îranê binêrin yên hreî zêde tên pelçiqandin jin, komên etnîk û nasnameyên zayendîne. Ligel vê pisgirêkên aborî yên tên jiyîn bûn parçeyek vê serhildanê. Dizanin ku ev rejîm wan dikuje, wan digire û her cureyê zextê pêk tîne. Ji ber vê jî biryar dan ku bi wêrekî di riya azadiyê de bimeşin.
 
* Yên pêşengiya serhildanê dikin çi dixwazin? Bi taybet jin û gel çi dixwazin?
 
Jin û hemû gel di bin di bin zextan de ne. Mînak azadiyê dixwazin. Di esasê de daxwazên pir mafdar dixwazin. Jiyanek ji rêzê dixwazin. Dixwazin jiyana xwe bidest bixin. Ev belkî ji we re balkêş be lê  jin û LGBTÎ nikarin tu mafên xwe biaxivin. Heta cezayên darvekirinê ceza hene. Dema rejîm bixwaze tû sûcdarî. Her deqe tû dikarî sûcdar bê dîtin. Jiyanek wisa zehmet. Mirov li kolanê bi stres dimeşin. Sedema sereke ya vê serhildanê ev e. Mirov dixwazin azad bijîn. Hema hema her tişt qedexeye.
 
* Piştî şoreşa Îslamî ya Îranê jin û nasnameyên cuda çi jiyan?
 
Her kesî ewil bawer kir ku azadiya siyasî wê bê. Lê mirovan piştre ferq kirin; Belê ev rejîmek bi rastî radikale. Dixwestin pergaleke yek fikr û nêrînî de ava bikin. Dixwestin yek tîp mirov yek tîp civak biafirînin. Çawa ev hat ferqkirin yên ewil serî hildan jin bûn. Çend meh şûnde serî girtina jinan ferz kirin. Jinan ji bo vê li kolanan dest bi têkoşînê kir. Têkoşîn ji wê rojê de didome. Ez 28 salan li Îranê jiyam. Piştre çûm Avustralyayê û 28 salan min li wir têkoşîn meşand. Me hemû jinan cih hat li dijî malbatên xwe jî têkoşîn da. Bi dehan carî me nîqaş kirin. Ji ber tirsek ji malbatê destpê dikir hebû.
 
* Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bû sîmge. Bandora vê dirûşmeyê li ser Îranê çi bû?
 
Dema me ev dirûşme bihist dema kifşkirin azadiyê ava bû. Me ji vîdeoyek li ser cenazeya Jîna Emînî bihist. Wekê ku tiştek hatibû kifşkirin. Hewayek wisa hebû. Bi rastî çareserî li wir dipa û tişta dirûşmeyê digot jî ev bû. me her tim ev got ‘bila dîktatorî hilweşe, biçe’. Piştre me dît ku çareserî tûnebû. Nokteya esas ne ev bû. çareserî jiyan bû. Armanca me ne dîktatorî jiyan bû. Vê çalakiyê di alî çalaki û tevgerê de guherînek mezin afirand. Ji bo jinan gelek girîng bû.
 
* Ev dirûşme çi dihewîne, ji bo gelan çi pêşniyar dike?
 
Ne tenê Gelê Îranê û Gelê kurd hemû jinên li cîhanê dikarin têkiliyê bi vê dirûşmeyê re ava bikin. Ev dirûşme bû sedema bihistina dengê jinên 40 sale li dijî vê rejîmê têdikoşin. Bi vê dirûşmeyê jinên di eniya pêş de girtin bi hemû cîhanê re têkilî danîn û hemû jinên cîhanê bi wan re bûn. Her jin ji pergal serdest a mêr para xwe girtiye. Li welatê herî pêşketî jî ev wisa bû. Li her derê kuştinên jinan û baviksalarî hebû.  Lê ev dirûşme ji bo jinan bû hêvî.
 
* Berxwedana li Îranê ev saleke didome û hîna zindiye. Wê çawa bi encam be?
 
Ez dikarim bêjim ku Gelên Îranê heta ku dîktatoran nexînin wê têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku rejîm wê li dijî vê tevgerê hîn bêtir zextan pêk bîne û radîkal be. Gelek jinî êdî dest ji asta daxwazkirina azadiyê  berdaye. Ji ber me dest ji daxwazkirina azadiyê  berda em vê naxwazin. Me biryar da ku tevî rejîmê em ê azadiya xwe bijîn.