Li Girtîgeha Jinan a Bunyanê binpêkirina mafan zêde dibin

  • 09:06 14 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Girtiya nexweş nivîskar Gulazar Akin a ku 28 sal in girtiye, nameya ku şandî de destnîşan kir ku binpêkirina mafan li girtîgehê zêde bûye û ji bo hişyariyê bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir. 
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zextên li hemberî girtiyan didomin. Girtî di nav şert û mercên zehmet de hewl didin ku jiyana xwe bidomînin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş ên ku serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) û saziyên din didin, her tim bersivên neyînî re rûbirû dimînin. Yek jî wan nivîskar Gulazer Akin a ku di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire, pirsgirêkên tenduristiyê dijî.
 
Gulazera ku 28 sal in girtiye di girtîgehên wek Amed, Mîdyat, Enqere, Stenbol, Mereş-Elbîstan, Semsûr, Gebze de maye û niha jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayserî de tê girtin. Gulazer, derbarê rewşa xwe de ji xwîşka xwe Refîka Akin re name şand û banga hişyariyê li raya giştî kir. 
 
Nameya Gulazer wiha ye; 
 
“Xwîşka min a hêja min her carê dixwest ji te re name binivîsim, lê min nekarî. Lê ya rastî name li vir bûye 45 TL. Ji ber vê yekê derfetê min ê nivîsandinê nîne. Ez jî encax bi van rêyan derfet çêdibe ji te re dinivîsim. Êdî ne wek berê ye, şert û merc gelek zehmet bûne. Du kes nikare nameyên xwe bikin zarfekî  û bişînin. Ji xwe qeyrana aborî heye. Lê armanca wan ew e ku têkiliya me bi hemû kesî re qût bibe. Ji xwe em bi temamî di bin tecrîdê de ne. Ji kesên edlî re saetek û hinekan re jî du saet mafê telefonê tê dayîn. Lê em bi tenê dikarin 10 deqeyan biaxivin.  
 
Şert û mercê me yê tedawiyê tuneye
 
Şert û mercê me yê tedawiyê qet tuneye. Ev nêzî 8-10 meh in me nabin nexweşxaneyê. Her carê dibêjin kêmasiya personelan heye. Yanî hemû artêşê şandine şer û kes tuneye ku me bibe nexweşxaneyê. Lê di demek pir kurt de me dibin nexweşxaneyê, lê feyda vê jî qet tuneye. Birin û anîn hemû formalîteye. Her kesên ku diçin re dibêjin ‘tiştek te tuneye’, dermanê êşbirê an jî merhemê dinivîsin û dişînin. 
 
Êdî ji pirsgirêkan eleqedar nabin
 
Mînak ev 10 sal in di gurçikê min de nêzî heşt an jî deh mîlîm kîst heye. Her tim di bin kontrolê de dihatim girtin. Lê piştî ku hatin Kayseriyê nexweşxaneya bajêr ji min re got tu tiştek te tuneye. Ji xwe carekedin min nebirin nexweşxaneyê. Elbet ger tiştekî min tunebe baş e. Lê ez jî dizanin ku ne wek gotina wan e, mijar jî ev e. Ev 3 sal in pirsgirêka min a daqûrtandinê heye. Nikarim tiştên şilavî vexwim. Ditirsim ku bikeve boriya bêhnê. Zimanê min ê biçûk bêkêr e. Lê tu teşhîs nayê dayîn. Êdî bi vê pirsgirêka min re eleqeder nabin. Çend caran min birin fîlma mîdeyê kişandin. Bijîşkê guh, poz û qirikê bi hûrgilî nihêrî û got ‘sedema wê nayê tespîtkirin’ û dev jê berda. Lê ez carna qet nikarim tûka xwe jî daqûrtînim. Di heman demê de dest û tiliyên min hemû diwerimin. Ji ber êşê nikarim xwar bikim. Nikarim tiştekî bigirim, serweriya min qels bûye. Nikarin êdî derziya dûrinê bigirim. Lê nabin tehlîlê nakin. Bi tenê dermanê êşbirê didin. Ji ber bikaranîna êşbirê dê mîdeya me kul bibe. Dîsa fitiqa min a sitû û pişt jî heye. Merhemê (kas gevşetici) didin û dişînin.
 
Dest û lingên te hene?
 
Ji bo girtiyên nexweş zagona ku derxistin min hîn serlêdan kir. Lê rewş gelek pêkenok bû. Min birin li cem heyeta nexweşxaneyê. Çend beşên ku diyar kiribûn min birin wir. Hemû tiştên hatin kirin formalîte bû. Çend pirsan kirin. Gotin hişê te li cihe an na, yanî gotin dînbûn heye gelo. Derûnnas got tuneye û li ser vê yekê saxlem nivisîn. Tedawiya fîzîk got ‘dest û lingên te heye’ min got heye. Dîsa saxlem nivîsîn. Fitiq û nexweşiyên din ne girîng in ji bo wan.  Gotin em lebatên te yên kêm dinêrin. Helandina hestiyan û romatîzma wek nexweşî nayên hesibandin. Ji xwe pirsgirêka min a daqûrtandinê re kesek eleqeder nebû. Raporê de nivîsin saxlem û şandin. Lê tu şert û mercên tedawiyê tuneye. Li gor xwe menû derxistine. Nexweşiyên girtiyan nadin li ber çavên xwe. Pirsgirêkek bi vê rengî dijîn. Ez jî cuda dijîm.
 
Xwarinên xirap ên girtîgehê
 
Di encamê de 28 sal in ez girtîgehê de me. Ji ber pirsgirêkên tendûristiyê êdî mideya min xwarinên wan ên qirêj raneke. Dema ku bêhna goşt tê em pozê xwe digirin. Li derve bêhna goşt medê mirovan vedike, lê li vir bêhna goşt mideya mirovan tevlîhev dike. Em nizanin ku goştê çiye. Rûnê ku tê bikaranîn dîsa wisa. Wekî rûnê gresê ye. Pêva digire û dimîne. Herî dawî dema berdana denetîmê hat zêdekirin û guncavkirin. Lê bi tenê ji bo edliyan. Me jî ji ber zagona wekheviyê serlêdan kir. Lê belê daxwaznameyên me carekedin îadekirin. Sewqên me jî dernaxin. Em dixwazin nêzî malbatên xwe bin. Dibêjin kapasîte tijî ye û daxwaza me red dikin. Êdî sewq kirinê li gor mexdûriyetê ndain li ber çavan. Lê ev mafekî legale. Em li vir dora 70’ê jin hene. Kesekî ji vir derbas nabe. Malbatên hemûyan gelek dûre. Ji ber ku dibînin keem me tuneye pêkanînên xwe yên kêfî dimeşînin.
 
Banga ji bo saziyên civakî yên sivîl
 
ÎHD dikare hinek eleqe nîşan bide. Saziyên civakî yên sivîl, meclîs û wekîl dikarin hinek aktîftir bixebitin. Xesp kirina mafan gelek kûr bûye. Dê rewşa kesên ku di hûcreyên yek kesî de tên girtin çawa be. Hemû di bin temenê 30 saliyê de ne. Teblîxata heta bimirin dane wan û ew xistine tabûtan. Şert û merc gelek xirabin. Dê wisa bêkes bimînin? Di dosyeyên gelekan de tu tişt tuneye. Divê hinek ne pêwîste ku ji bo ev kesan serê xwe hinek biêşînin?"