Xeta nû ya têkoşînê: Em ê civakê ji tecrîdê xilas bikin

  • 09:05 14 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat - Melek Avci
 
ENQERE - Partiya Çep a Kesk hefteya borî konferansa jinê ya navendî pêk anî. Jinan derbarê konferansê de diyar kirin ku rojeva sereke têkbirina tecrîdê ye û hewl didin ku civakê çawa ji tecrîdê xilas bikin.
 
Partiya Çep a Kesk beriya kongreya xwe ya mezin Konferan Jinê a Mezin li Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) pêk anîn. Konferansa bi dirûşma "Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin" pêk hat du rojan berdewam kir.
 
Jinan û parlamenterên partiya Çep a Kesk derbarê rojevên sereke yên pêvajoya konferansê û dema nû de axivîn.
 
Li dijî siyaseta rastgir hêza jinê
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku hêza jinê a xweser di hawireke ku siyaesta rastgir a mêr serdeste de, di konferansê de derketiye holê û got: “Piştî hilbijartinan me civîn pêk anîn. Ji herêman pirsgirêkên hatin tepsîtkirin piştre berbi biryarbûnekê ve çû. Lê li ser rê û rêbazên vê tên axaftin. Ji bo dema nû  li ser xeta têkoşîna nû  jinên Tirkiyeyê bi zimanekî hevpar diaxivin û nîqaşan dimeşînin. Di konferansê de  rêxistinbûn û sînerjiyek derket holê.”
 
‘Xeta nû bi jinan re tê hûnandin’ 
 
Sabahatê axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev 100 sale li hember kurdan înkar û îmhayê tê meşandin. Mixabin tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan heye. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyên civakê û li hemû girtîgehan kiriye. Ev bi destê pergalê tê kirin. Xizaniya jinan giran bûye. Fuhuş û hişbir li ser ciwanan zêde bûye. Ji ber vê em di şikandina tecrîdê de bi israrin. Xeta nû wê bi jinan re bê hûnandin.”
 
‘Em jin tecrîdê qebûl nakin’
 
Endama Goçîzderê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku yek ji rojeva herî sereke ya konferansê tecrîd bû û wiha domand: “Konferans gelek xurt derbas bû. Divê tecrîd di rojevê de be. Ji ber dixawzin îradeya Gelê Kurd bi tecrîdê bişkînin. Lê em tecrîdê qebûl nakin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşînê bidomînin. Ev nêzî 40 saliye li hember Gelê Kurd qirkirin pêk tê. Cenazeyan di kutiyan de dişînin. Dixwazin bi vê îradeya Gelê Kurd tûne bikin. Tevî her tiştî em li alî aştiyê ne. Em naxwazin tû dayik bigirin. Em êrişênli hember Gelê Kurd qebûl nakin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe heta azadî ne pêkan be wê bidomînin.”
 
‘Em ê civakê ji tecrîdê xilas bikin’
 
Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay jî bi lêv kir ku yek ji rojevên sereke ya konferansê tecrîd û gritiyên siyasî bû û wiha got: “ Rêber Apo û hemû girtî di bin tecrîdê de ne. Hemû civak di bin tecrîdê ye. Mijara esas ya divê em li ser bisekinin ev e ku em dikarin çawa civakê ji vê tecrîdê xilas bikin. Nîqaş di vî alî de didomin. Dema pêş de sernavê ku xeta têkoşînê diyar bike ev e. Tecrîda li ser civakê bê şikandin.”