Der barê çawîşê pispor yê gumanbarê tacîzê de heta 20 salan ceza tê xwestin

  • 09:02 14 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê çawîşê pispor Eyup K. xwe wek endezyar da nasîn, bi hinceta pirskirina navnîşanê di dîrok û cihên cuda de 4 zarok xistibû wesayîta xwe tacîza zayendî lê kiribû. Li ser gilîkirina zarokan, gumanbar hat girtin û di îdianameya ji 'îstîsmarkirina zarokan, kes ji azadiyê bêpar hiştin’ hatibû amadekirin heta 20 salan ceza hat xwestin.
 
Li Nisêbîn a Mêrdînê çawîşê pispor yê bi navê Eyup K., xwe wek endezyar dabû nasîn û di dîrokên cuda de li hember 4 zarokan îstîsmara zayendî pêk anîbû. Zarokên bi navê A.D (18) û H.O (18) ku navbera Çile-Nîsana 2023’yan de îstîsmar lê hatibûn kirin bûyer ji mamsoteyên xwe yê rehbere rê re gotin. Malbatan li ser rewşê der barê gumanbar Eyup K. de gilî kirin û gumanbar hat girtin.
 
Xwe wek endezyar dabû nasîn
 
Di îdianameyê de hat diyar kirin ku gumanbar Eyup K. di dîrok û cihên cuda bi hinceta cihê navenda Çanda Mîtanî bipirse wesayît daye sekinandin û bi zarokan re diyalog daniye. Hat diyar kirin ku gumanbar sê sale li Nisêbînê wek cendermeyê çawîşê pispor dixebite û xwe ji zarokan re wek endezyar daye nasîn û cihê  Navenda Çanda Mîtanî pirsiye. Li gorî îdianameyê zarokan jê re cih vegotiye lê gotiye bê li wesayîtê siwar be cihê wê nîşan bide û di wesayîtê de tacîza zayendî kiriye. Zarokên ev fêm kirine ji wesayîtê derketine û ji gumanbar dûr ketine.
 
Heta 20 salan ceza
 
Di îdianameyê de der barê gumanbar de ji sûcên ‘îstîsmara zayendî, kes ji azadiyê bêpar hiştin’ heta 20 salan ceza hat xwestin. Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Yekemî rûniştina dozê ku gumanbar jê girtî tê darizandin, hat dîtin. Di runiştinê de berdewamkirina girtina gumanbar hat dayîn û runiştin taloqî 30’ê cotmehê hat kirin.