14'ê Îlona 2022'yan: Ji 22 welatan 350 parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 09:01 14 Îlon 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji 22 welatan 350 parêzer ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye re hevdîtinê bikin ji Wezareta Dadê re name şandin. Piştî name şandin parêzeran bi civîneke çapemeniyê li paytexta Belçîka Brukselê name bi raya giştî re parve kirin
 
Di nameyê de wiha hat gotin: "Hewldanên hevpişeyên me yên li Tirkiyeyê berdewam dikin. Di esasê xwe de têkoşînek ji bo bicihanîna mafên ku di peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, bi taybetî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ji ber vê yekê ez daxwaza xwe ya hevdîtinê ya di çarçoveya xala 25’an a rêziknameyê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar pêşkêşî we dikin.” 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1816: Edîtor û nivîskara Emerîqayî Mary Hall Barret Adams îro ji dayik bû. Mary di 8'ê Kanûna 1860'î de jiyana xwe ji dest da. 
 
1857: Embriyolog û siyasetmedar a Emerîqayî Julia Platt, îro ji dayik bû. Ew li gelek zanîngehan xebitî. 
 
1934: Femînîst, perwerdekar, hunermend û nivîskara Emerîqayî Katherine Murray Millet îro ji dayik bû. Wê li Zanîngeha Oxfordê xwend û ew bi asta rûmetê ya yekem a pola yekem hat xelatkirin. Her wiha di navbera 2011 û 2013'an de Xelata Wêjeyê ya Lamda Pioneer girt. 
 
2004: Jin ji bo îtirazên li dijî pêşnûmeya Zagona Cezayê Tirk li Enqereyê hatin gel hevdu û 17 sal berê li dû pankarta "Bedena Me Zayenda Me ya Me ye-Em li dijî Tundiya li ser Jinê ya li TCK'yê Dimeşin" ber bi meclîsê ve meşiyan.
 
2015: Tevî 40 qenalan, Ekrana Qenala Ozgur Gun TV'yê jî bi biryara KHK'ê hat tarîkirin. 
 
2016: Endama Lijneya Şêwrê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin Nivîskar û zimanzan Necmiye Alpay a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin ji aliyê Navenda Penê ya Elmanyayê ya Swêdê (DSZP) wekî endama rûmetê hat hilbijartin. DSZP'ê bal kişand ser şerdên zor ên nivîskar û rojnamegerên li Tirkiyeyê di nav de ne. 
 
2021: Jinên Efganî bertek nîşanî mecbûriyeta burkayê dan. Her wiha ev çand wekî ku çanda welêt e, hat xwestin bê nîşandan. Jinan di heman demê de bertek nîşanî vê yekê jî dan. Jinan bi kincên xwe yên rengîn dest bi kampanyaya #DestCilênMinNedin kirin.
 
2021: Xelata Serokatiyê ya Şaredariyê ya Cîhanê sala borî ji bo neh şaredariyan hat dayin. Seroka Şaredariya Reqayê, Leyla Mustafa jî Xelata Serokatiyê ya Şaredariyê ya Cîhanê girt. Hat gotin ji bo piştî dagirkirina DAÎŞ'ê Reqa ji nû de hata avakirin ev Leyla Mustafa hêjayî xelatê hatiye dîtin.