Ji parêzerên navneteweyî bang: Bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bikin

  • 21:38 13 Îlon 2023
  • Rojane
ENQERE - Koperatîfa Parêzerên Jin yên Femînîst ji bo Emîne Şenyaşar peyama pitşevaniyê weşandin û diyar kirin ku divê wezareta dadê bi Emîneyê re hevdîtinê bike.
 
Koperatîfa Parêzerên Jin a Femînîst ya Barselonayê (LACTA- Feminist Cooperative of Women's Lawyers) bi peyamekê piştgirî dan nobeta edeletê ya Emîne Şenyaşar ku du kurê wê û hevjînê wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin.  Di peyama ku ji ser çapemeniya civakî hat parvekirin de bang li wezareta dadê hatkirin ku bi Emîneyê re hevdîtinê bikin û got ew bi Emîneyê re di piştevaniyê de ne.