Ji ber girtîgehê bang kirin: Heta îşkence bi dawî nebe azadî ne pêkane

  • 19:52 13 Îlon 2023
  • Rojane
AGIRÎ - Li ber girtîgeha Tîpa L y aPanosê der barê girtiyên jin yên îşkence lê hatine kirin de daxuyaniyek hat dayîn. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal axivî û diyar kir ku heta ku li ser vê axê îşkence û  tecrîd hebe wê azadî û hêvî jî neyê.
 
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER-), Komeleya Kesên li Mezopotamyayê Xizmên xwe Winda kirine (MEBYADER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Çep a Kesk a Agirî û Wanê, HDP yên Agirî û Wanê der barê îşkenca li girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa L ya Panosê Mizgîn Atabey, Lale Kabîşen û Nazlican Bîçer hatiye kirin daxuyaniyek li ber girtîgehê dan. Ligel parlamenterên Partiya Çep a Kesk, gelek kesên din tevli bûn.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku îro li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zext û îşkenca mezin heye û got di 31’ê tebaxê de li girtîgeha Tîpa L ya Panosê îşkence li sê girtiyên jin hatine kirin.
 
Newrozê da zanîn ku girtiyên jin bi ben çar saetan girêdayê hatine sekinandin û da zanîn ku girtiyên jin bi îşkencê birine nexwşexanê û got: “Em bi parlamenterên Agiriyê Sirri Sakik û Heval Bozdag re big irtiyan re hatin gel hev. Girtiyan gotin şopdarê îşkenceyê bin. Li ser girtiyan îşkenceyek mezin heye. Tu aliyê wê yê hiqûqî tûneye. Tecrî bit û awayî nikar ebê qebûlkirin. Heta tecrîd hebe aştî jî ne pêkane.
 
Piştî Newrozê dayika girtî Mizgîn Atabey, Seyhan Atabey axivî, bertek nîşandê îşkencê û tecrîdê da. Seyranê da zanîn ku divê gardiyan û midûrên îşkence kirine ji peywirê bên girtin