Li Başûrê Kurdistanê boykota kar a kedkaran

  • 16:50 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên başûrê Kurdistanê mamoste û xebatkarên tenduristiyê ji ber nedana mûçeyan boykot ragihandin.
 
Xebatkarên Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 meh in nikarin mûçeyên xwe werbigirin. Hikûmetê ti daxuyanî nedaye ku wê kengê mûçe bên dayîn. Xebatkarên perwerde, tenduristî û şaredariyê ji bo mûçeyên xwe boykot ragihandin ku diyar kirin ku heta mûçeyên wan neyên dayîn wê neçin ser kar.
 
Li başûrê Kurdistanê sala nû ya xwendinê di 13’yê Îlonê de dest pê kir. Lê mamosta û xebatkarên perwerdeyê ji ber nedana mûçeyan biryara boykotê dan.
 
Koye
 
Li navçeya Koye ya Hewlerê deriyên dibîstanan nehatin vekirin. Mamostayan daxwaz kirin ku mûçeyên wan ên du mehên borî were dayîn. Li sînorê navçeya Koyê 210 dibistan hene û 35 hezar xwendekar li van dibistanan de dixwînin. Zêdeyî 4 hezar mamosta û karmend di van saziyên perwerdehiyê de dixebitin.
 
Raperîn 
 
Mamosteyan li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Raperînê li hev civiyan û daxwaza mûçeyên xwe kirin. Mamosteyan ragihandin ku heta mûçeyên wan neyên dayîn ew ê kar nekin.
 
Kelar 
 
Li naveçeya Kelar a Germiyanê ji beriya niha karmendên şaredarî, dadgeh û tendirustiyê ji ber nedana mûçeyan boykot ragihandibûn. Boykota wan dewam dike. Îro li navçeyê beşek ji mamostayan jî bi heman armancê boykot ragihandin. Mamostayên Kelarê diyarkirin heta mafên wan ên darayî neyên dayîn ew ê dawî li boykotê neyînin.
 
Helebce 
 
Bi  heman armancê mamostayên parêzgeha Helebce jî li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Helebce kombûn û boykotê ragihandin.
 
Di derbarê boykotê de daxuyaniyek hat dayî û mamosta Selahedîn Zelmî daxuyanî da û got: “Em jî piştgiriyê didin tevayî dengên nerazî daku rêz li rûmeta tevayî mamostayan were girtin. Em daxwaz ji tevayî dengên nerazî dikin hevkariya me bikin daku bigihîn armanc û daxwazên xwe.”
 
Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ji ber nedana mûçeyan, li tevayî navendên tendirustiyê yên parêzgeha Silêmaniyê boykota giştî ragihand. Serokê Sendîkaya Tendirustiyê Hawjîn Osman li ber Nexweşxaneya Hîwayê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji derveyî beşa lezgîn, navendên beşa lezgîn ên nexweşxaneya Şar, nexweşxaneya zarokan û beşa lênêrîna giran, li tevayî navendên din ên tendirustiyê boykota giştî radigihînin.