Jinên Hesekê piştgirî da xwepêşanên Siwêdayê

  • 16:38 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Meclisa Sûriya Demokratîk a Hesekê, piştgiriya xwe ji xwepêşandanên Siwêdayê re nîşan da.
 
Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Hesekê bi çalakiyekê li pêş navenda meclisê ya li taxa Umran a bajêr piştgiriya xwe ji xwepêşandanên Siwêdayê re nîşan da. Endamên jin ên MSD'ê, Partiya Pêşketin û Guhartina Neteweyî ya Demokratîk û Meclisa Jinan a Sûriyeyê pankartên "Em piştgiriyê didin azadîxwazên Siwêdayê", "Azadî ji xelkê Siwêdayê re", "Jin, Jiyan, Azadî" hildan.
 
Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Jin a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaforiyan axivî û wiha got: "Em di Sûriyeyê de demeke dirêj di rewşa aloz, bêewlehî, bêîstîqrarî û şer de dijîn. Lê berxwedana Şoreşa Rojava û dengvedana wê li cîhanê hişt jinên li Siwêdayê di heman rê û berxwedanê de bimeşin."
 
Şoreşa jin îro li tevahî cîhanê û li Sûriyeyê belav dibe. Jinên Siwêdayê li ser şopa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin.Em piştgiriyê didin jinên berxwedêr ên Siwêdayê û em ê ji bo serketina vê şoreşê bibin yek dest û yek deng."
 
Li Siwêdayê ji 20'ê Tebaxê ve xwepêşandan hene. Xwepêşandêran rêyên navendên Partiya Baasê û rêyên sereke girtin û banga guhartina siyasî û hilweşîna rejîmê kirin.