Doza Kobanê hat taloqkirin

  • 16:16 13 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştina yekemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê taloqê sibê bû. 
 
Rûniştina yekemîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Yilmaz Hun û gelek kesên din di danişînê de amade bûn.
 
Doza ku bi parastinan berdewam kir îro bi dawî bû. Doz taloqê sibê saet 13.30'an bû.