Nesrîn Akgul hat girtin

  • 15:12 13 Îlon 2023
  • Hiqûq
KOCAELÎ - Nesrîn Akgul demek beriya niha hatibû berdan vê serê sibê li Kocaeliyê binçavkirin û girtin. Nesrîn şandin Gîrtîgeha Gebzeyê. 
 
Nesrîn Akgul a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê girtî bû, piştî ku Dadgeha Bilind du caran biryara dadgeha herêmî betal kir, ji ber girtina dema dirêj Nesrîn di sibata 2022'yan de serbest hat berdan. Ji ber ku cezayê wê hat erêkirin, Nesrîn danê sibehê li Kocaeliyê hat binçavkirin û şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
 
Nesrîn li Wanê di sala 2008'an de hat binçavkirin û cezayê muebetê lê hat birîn. Gelek caran hat sirgunkirin. Herî dawiyê jî li Girtîgeha Kandirayê bû. Nesrîn, dema li Girtîgeha Bakirkoyê bû tevlî greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven de hatî destpêkirin bû. Di 30'ê nîsana 2019'an de jî çalakiya xwe derxist asta herî jor û dest bi rojiya mirinê kir. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.