Zeyneb Erdem li Mexmûr hat bibîranîn

  • 13:42 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jiyan ango Zeyneb Erdem di salvegera şehadeta xwe de îro li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve hat bibîranîn.
 
Şoreşger Jiyan, bi navê xwe yê din Zeyneb Erdem di sala 1967’an de li Sêwazê çavên xwe li jiyanê vedike. Zanîngehê li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê di nava qirkirina çandî de dixwîne. Lê ji ber nakokiyên heqîqeta xwe û civaka xwe, di sala 1988’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Bi dîtina Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan heqîqeta jinan û civaka azad hembêz dike. Hîn di salên 1993 û 1994’an de têkoşer Jiyan û gelê Botanê hev nas kiribûn. Piştî vê tê Başûr û di bihara 1995’an de careke din diçe ba gelê Botanê lê vê carê li qampa Etrûşê hev dibînin. Li wargeha Etrûşê jin bi rêxistin dikir, girîngiyek taybet dida xebatên jinan, komînên xweser ava kirin. Dest bi eleqe û perwerdekirina jinan kiribû. Jiyan, jin û gel bibûn yek.
 
Di navbera Sala 1993-1995’an gelê Botanê ji ber erîşa dewleta tirk neçar man ji cîh û warên xwe koçber bibin gelê ku berê xwe da Başûrê Kurdistanê beşek Ertûşê beşek jî li Geliyê Qiyametê mabûn. Lê zexta PDK'ê li ser konên Geliyê Qiyametê zêdetir bibûn, rêya tevahî pêwîstiyên wan hatibû girtin û tu erzaq ji bo wan nediçû. Ji ber vê wê rojê li Etrûşê meşek hate lidarxistin, li dijî zor û zilma li Geliyê Qiyametê, li dijî talan, qetilkirina mirovan gel hemû rabûn û meşiyan. Ji bo mafên gel û mirovbûna xwe bi dest bixin, ji pîr û ciwan heta zarok, gelê li Etrûşê tev herikîbûn nava çalakiyê. Zeyneb Erdem jî di nava wê çalakiyê de bû. PDK'ê erîş bir ser gelê ku çalakî li dar xistin û 13'ê Îlona sala 1995’an têkoşer Jiyan bi gulebarana pêşmergeyên PDK’ê ve jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bû.
 
Ji sala 1995’an ve amborgaya PDK’ê li ser gelê Mexmûrê berdevam dike
 
Dema xelkê wargehê di navbera sala 1993-1995’an de ji ber zilma dewleta tirk koçberî Başûrê Kurdistanê dibe, li Başûr jî bi xiyaneta PDK’ê re rû bi rû dimîne. Li her wargeha ku bi cih bûn jî rastî êrîşên dewleta tirk û PDK’ê hatin. Li ser wan ambargo dan meşandin û her cure êrîş li ser wan dan meşandin. Mirovên wan qetil kirin, birîndar kirin, zarok sêwî û birçî hiştin û lawirên wan ji destê wan standin. Piştî ku xelkê Botanê 7 war guhertin û li Mexmûrê bi cih bû, ji xwe re jiyanek ji nebûnê ava kirin û domandin. Li wargehê jî cardin heman zilm û zordarî li ser wan hat pêkanîn. Dem dem dewleta tirk êrişî wargehê kir û hikumeta PDK’ê jî bi ambargo û rêgiriyê zext li ser xelkê wargehê kir. Ji sala 2019’an ve ambargo û rêgiriyek tund li ser wargehê pêk tîne. Xelkê wargehê ji ber rêgiriyê zorî û zehmetî kişand û heya roja îro jî dikşîne.
 
Gel li hember ambargoya PDK’ê rabûn ser piyan
 
Dema Sala 1995’an gelê ku berê xwe da Başûrê Kurdistanê beşek Ertûşê beşek jî li Geliyê Qiyametê mabûn. Lê zexta PDK'ê li ser konên Geliyê Qiyametê zêdetir bibûn, rêya tevahî pêwîstiyên wan hatibû girtin û tu erzaq ji bo wan nediçû. Ji ber vê wê rojê li Etrûşê meşek hate lidarxistin, li dijî zor û zilma li Geliyê Qiyametê, li dijî talan, qetilkirina mirovan gel hemû rabûn û meşiyan. Ji bo mafên gel bi dest bixin, ji pîr û ciwan heta zarok, gelê li Etrûşê tev herikîbûn nava çalakiyê.  Zeyneb Erdem  jî di nava wê çalakiyê de bû. PDK'ê erîş bir ser welatiyên ku çalakî li dar xistin û di 13'ê Îlona sala 1995’an de têkoşer Jiyan bi gulebarana pêşmergeyên PDK’ê ve jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bû.
 
Şehîd Jiyan ango Zeyneb Erdem di salvegera şehadeta xwe de îro li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê xelkê Wargeha Mexmûrê ve hat bibîranîn. Beriya merasîma bîranînê di şexsê şehîd Jiyan de ji bo tevayî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî. Piştî axaftinê li sînevîzyona ku li ser şehîd Jiyan hat amadekirin hat temaşekirin.
 
‘Bi sekna xwe rê nîşan daye’
 
Ji şêniyên wargehê Seadet Mijînî diyar kir ku şehîd Jiyan her dem bi sekna xwe rê nîşanî jinên wargeha Mexmûrê daye û got: “Wekî tê zanîn îro salvegera hevala Jiyan e. Di sala 1995’an de li kampa Etrûşê ji bo ku ambargo, êrîşên li ser wargehê û dorpêç têk biçe di pêşengiya gel de meşek hat li dar xistin. Hevala Jiyan jî li gel zarok, jin û xelkê wargehê di pêş de cihê xwe digirt. Di sala 1995’an de ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat şehîdxistin. Em jî hevala Jiyan û hemû şehîdên ku di vê riyê de şehîd bûne bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hevala Jiyan jinek pêşeng bû, hêz û fikrên ku ji Rêbertî girtibû dixwest bi gel re parve bike. Hevala Jiyan rastî û fikrên Serokatî nas kiribû, ji ber vê çendê jinek pêşeng bû. Ji ber ku xwest dorpêç û tundiya li ser wî gelî tune bibe, hat şehîdxistin. Em jî wek jinek ciwan û xelkê wargehê hevala Jiyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin.”