Dê ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ kampanya haştagê pêk were

  • 13:25 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bi daxuyaniyek ragihand ku wê roja 15’ê Îlonê ji bo piştgiriya şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ kampanya haştagê bidin destpêkirin. Kolektîfa Jin Jiyan Azadî banga tevlîbûna kampanyayê li tevayî azadîxwazan kir.
 
Kolektîfa Jin Jiyan Azadî di daxuyaniyek de ragihand ku ew ê ji bo salvegera şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ kampanyaya haştagê bidin destpêkirin.
 
Daxuyaniya Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bi vî rengî ye;
 
“Kolektîfa Jin Jiyan Azadî ku ji çend pêkhate kesayet û çalekgerên jinan ên ji derveyî welat pêk tê dest bi rêzeçalekiyan kirine. Avakirina Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bersiveke li beramber zilm û dagirkeriya Komara Îslamî ya sepandina xwe li ser beden û rihê jin pêkaniye û bi hovane zilm û desthilatdariya xwe zagonî dikin û didin rewakirin.
 
Di heman demê de Kolektîfa Jin Jiyan Azadî bersiveke jibo wan zilm û dagirkeriya komara îslamî ya Îranê ku ji destpêkê ve li ser bingehê hişmendiya baviksalarî û li dijî jinê hatiye avakirin û hewl dide hemû xebat û tekoşîna azadiyê ji nav bibeye.
 
Jin Jiyan Azadî, bi gotina wî, dirûşmeke “efsûnî” ya ku herî zêde rastiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje.
 
Pêwîst e her kes bizane û piştrastbe rejîma Îranê nikare dengê azadî,  netewî û pêkhateyan têk bibe. Bi terorkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de ev têkoşîn gihişte asta şoreşek cîhanî û hemû sînorên desthilatdaran derbas kir. Heta wê astê ku bû hêviyek mezin ji bo hemû azadîxwazan ku şoreşa sedsala 21'ê bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî xwe gihand hemu alî, pêkhate, baweriyên ku ji aliyê sîstema desthilatdar ve têne çewisandin.
 
Li ser vê bingehê Kolektîfa Jin Jiyan Azadî yekemîn çalakiya xwe di salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de bi hastagekê dest pê dike û di vê çarçoveyê de  em bang li hemu mirovên azadîxwaz dikin ku beşdarî vê pêngavê bibin, piştgiriyê ji şoreşa Jin Jiyan Azadî re bikin û bidin belavkirin.
 
Jin Jiyan Azadî
 
Roj: în
 
Dem 15'ê Îlona 2023'yan
 
Demjimêra  Kirmaşan: 20:30 K
 
Amed, Hewlêr  û Qamişlo:20:00
 
Brûksel Ewropa:19:00”