Li Katalonyayê pirtûka li ser têkoşîna jinên Kurd hate nasandin

  • 11:13 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê La Seu d'Urgell yê li çiyayê Pirinees yê Katalonyayê ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê ve pirtûka li ser têkoşîna jinên Kurdistanê hate nasandin.
 
Li bajarokê La Seu d'Urgell yê li çiyayê Pirinees yê Katalonyayê li pirtûkxaneya El Refugi, pirtûka bi navê ‘Mujer,Vida, Libertad. Desde el corazón del movimiento de mujeres libres de Kurdistan’ (Jin, Jiyan, Azadî. Ji dilê tevgera jinên azad ên Kurdistanê) ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê ve hate nasandin.
 
Pirtûk di havîna sala 2020’an de ji Aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê ve hatibû weşandin û danasîna pirtûkê didome. Pirtûk bi tecrube û îdeolojiya tevgera jinên Kurdistanê, lêgerîna jin û xortan pêş dixe.
 
Di pêşkêşkirin û danasîna pirtûkê de 20 kes amade bûn. Di pêşkêşkirinê de Koma Piştgiriya Bi Kurdistanê re (Ponent amb Kurdistan) a li eyaletê jî amade bû û banga piştgiriyê kir.