Li dijî berdana bersûcên tecawizê banga çalakiyê hat kirin

  • 10:11 13 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - TJA'yê têkildarî berdana 3 kesên li Mêrdînê tecawizî jinekê kirin daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiya îro ya saet di 16.00'an de kir. 
 
Li Dêrika Mêrdînê cerdevan Yakup A. û hevalên wî Çetin T., Harun Y. û Suud Ç. bi awayekî sîstematîk tecawizî jinekê kiribûn. Bersûcên tecawizê hatibûn binçavkirin û piştre hatin berdan. Li ser vê yekê Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyeke nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiya îro ya saet di 16.00'an de kir. Her wiha TJA'yê di daxuyaniyê de wiha got:"Wê dewleta tecawizkar û çeteyên wê hesab bidin jinan ! " Wê îro TJA bi pêşengiya jinan li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê bide. 
 
'Îktidara AKP-MHP'ê zihniyeta DAÎŞ'ê didomîne'
 
Di daxuyaniyê de jinan bi bîr xistin ku bersûc serbest hatine berdan û wiha hat gotin:"Niha pratîka rewakirina komkujî, tecawizkirin, tundiya li dijî jinan a bi destên dewlet-mêr-darazê di meriyetê de ye. Îktidara faşîst a AKP-MHP'ê ya dewamiya zihniyeta DAÎŞ'ê ye, bi polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê bingeha rewakirina tecawizkirina jinan ava dike. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê kujeran diparêze. Em biryara daraza mêr a berdana bersûcên tecawizê qebûl nakin. Em vê biryarê lanet dikin."
 
'Em ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet'
 
Jinan di daxuyaniyê de bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û wiha gotin:"Nûnerên vê zihniyeta tarî, îktidara AKP -MHP'ê bi destên cerdevan û leşkeran polîtîkayên şerê taybet, bi taybet jî li dijî jin û ciwanan dixe meriyetê. Dixwazin bi vê rêbazê jin û ciwanan bêîtibar bikin û wan bixapînin. Em ê wekî jinên Kurdistanî destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet. Em ê polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinan a îktidara faşîst a AKP-MHP'ê li her derê teşhîr bikin. Em ê rêxistinbûyina xwe mezin bikin, em ê bi rihê têkoşîn û serhildanê li dijî vê zihniyetê bisekinin."
 
'Em ê li her qadê têkoşîna azadiya jinan mezin bikin'
 
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiya îro hat dayin û wiha hat gotin:"Ji bo em çanda tecawizê mahkûm bikin, em ê li her qadê têkoşîna azadiya jinan mezin bikin. Em ê li ser vê bingehê îro saet di 16.00'an de meşê li dar bixin. Di serî de jin em bang li gel dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Bila çeteyên tecawizkar ên dewleta tecawizkar vê gavê bên girtin."