ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 13 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Bêguman ji dîroka berxwedêriya jinan yek jî ronakbirî û rewşenbîriya jinan e. Dema ku mirov li ser dîroka ronakbîrî û rewşenbîriya jinan lêkolîn dike, di kûrahî û hûrahiya wê de diçe, mirov dibîne ku jinan di gelek mekanîzmayên ronakbîrî û rewşenbîriyê de cih girtiye û bi rê ve biriye. Hêjayî gotinê ye ku Kovara Hawarê jî ji wan mekanîzmayan yek e.  JI PÊNÛSA JINAN
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulderen Varli, derbarê operasyonên leşkerî de axivî û bi lêv kir ev êriş berdewamiya polîtîkayên salên 90’î ye û got: "Çend rêbazên êrişan diguherin jî ji bo me tişta neguherî jî, berdewamkirina têkoşînê ye." BI DÎMEN 
 
*Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya KJAR’ê Aso Kamalî da zanîn ku jinan bi felsefa ‘jin jiyan azadî’ agirê serhildanê mezin kiriye û wiha got: “Jin Jiyan Azadî dirûşmeyeke taybet ya xwe dispêre têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd a di  nava PKK’ê de. Ev felsefe bi xwîna şehîdên Kurdistanê ava bû. Bi salane bi vê felsefeyê têkoşîn tê dayîn. Tespîta Abdullah Ocalan a wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê rast bû. Ez bang li hemû jinan dikim ku di bin sîwana KJAR’ê de xwe rêxistin bikin.” DÎMEN HEYE