‘Jin wê bi şoreşa ‘jin jiyan azadî’ azad bibin’

  • 19:55 12 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku jin, wê bi şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ azad bibin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya salvegera ‘Jin, Jin, Azadî’yê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîn bê geşkirin û kes tevli çalakiyan bibin.
 
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Hemû dinyayê giringiya tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser azadiya jinan dît. Ji lew ma azadiya Rêber Ocalan tê wateya azadiya jinan. Jin wek erka xwe eslî dibînin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin û fikirên wî belav bikin. Tiştên dikevin ser milên me gelek in. Bicihanîna stratejiya şerê gel ê bi şoreşgerî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan sedem e ku em sedema tacîdarbûna têkoşîna me bi serkeftinê ye. Ji wê boneyê divê mirov baş ji Rêber Ocalan fam bike, bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê hemû jinên li dinyayê azad bike. Em her tim yekitiya jinan û hevrêtiya jinan derbixin pêş. Li ser vî esasî divê mirov bi xurtî tev li çalakiyên salvegerê bibe û bi çalakiyên xwe nîşan bide ku sedsala 21’ê çawa gav bi gav bi pêş ve diçin.”