Li girtîgeha Tarsusê bi awayekî kêfî hevdîtin hat astengkirin

  • 19:53 12 Îlon 2023
  • Rojane
MERSÎN - Nevzat Aslan ku ji bo hevdîtinê bi keça xwe Nurcan Aslan re biçe çû girtîgeha Tîpa T ya Tarsûs a Mêrsînê, bi awayekî kêfî hat astengkirin.
 
Nevzat diyar kir ku hevdîtin bi awayekî kêfî hatiye astengkiri nû wiha vegot: “ Gardiyan di nokteyên kontrolê de bi awayekî kêfî me didin sekinandin. Em saet di 13.00’an de ji bo hevdîtina vekirî li wir bûn. Lê em bi kêfî dan sekinandin. Me pirsî gotin gardiyan li xwarinê ne. Hinek malbat girtin hundir. Em ketin qada hevdîtinê saet di 13.15 bû. Ji ber min bertek nîşan da gardiyan bi ser min de hat. Tevî kamerayên mobese hebûn bi kamerayên ji nêz ve em kişandin. Em ji bo zarokên xwe ji bo saetekê bi kîlometreyan rê diçin lê vê jî zêde dibînin. Ne tenê girtiyan malbatan jî ceza dikin.