Aktîvîst Bahareh a di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxanê

  • 18:05 12 Îlon 2023
  • Rojane
WAN - Girtiya siyasî Bahareh Hedayat ya li girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de bû ji ber rewşa wê giran bû rakirin nexweşxanê.
 
Girtiya siyasî aktîvîst Bahareh Hedayat ya ji 3’ê cotmeha 2022’an de li girtîgeha Evînê ya Îranê girtiye û berê jî gelek caran hatibû girtin, di 31’ê Tebaxê de ket greva birçîbnûnê. Bahareh di nameya ku nivîsandibû hnceta greve wiha daxuyandibû: “Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê îlon a2022’an de hat qetilkirin şûnde bi armanca piştgiriya çalakiyan û her wiha ji bo şermezarkirina girtina rojnameger Nîlufer Hamedî û alaha Mohammadî û her wiha mirina bi guman a Cevad Ruhî min dest bi greve kir.”  
 
Hat hînbûn ku Bahareh ku 13 roj bû di greva birçîbûnê de ye, ji ber rewşa wê giran bûye rakirin nexweşdaneyê.