Li Reqayê jinan civîn li dar xistin

  • 16:12 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Çalakgreên jin ên li Reqayê diyar kir ku ji bo xizmetkirina civakê û avakirineke hevgirtî pêdivî bi xebateke dilxwazî heye. Jinan got fikra komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe îsbat kir û divê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê pêk bê.
 
Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser 'Girîngiya xebata dilxwazî' li hola xwe ya li Reqayê civînek li dar xist.
 
Di civînê de endamên meclisên jinan û komînên li Reqayê, çalakgerên jin û endamên jin ên Nivîsgeha Kar û Barên Olî beşdar bûn.
 
Di civînê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Feyroz Xelîl li ser xebata dilxwazî û wateya komîn ku nûnertiya girîngiya xebata dilxwazî di avakirina civak û xizmetkirina wê de dike axivî.
 
Feyroz îşaret bi rola mezin a jinan a di xebata dilxwazî di dirêjahiya dîrokê de kir û wiha got: "Niha û di vê demê de divê em di komînan de layiqê xebata dilxwazî ya avakirina civaka xwe bin û hevgirtî bin."
 
Li ser serkeftina komînê ku şaneyeke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye Feyroz wiha domand: "Jinên Siwêdayê banga pêkanîna Rêveberiya Xweser û piştgiriyê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin. Ev yek nîşane ye ku fikra komînan û xebata dilxwazî serkeftina xwe di civakê de îsbat kir."
 
Piştre li ser rêxistinên jinan hate behskirin. Jinên beşdarî komxebatê bûne diyar kir ku rêxistin piştgiriyê di aliyên siyasî, civakî, çandî û tenduristiyê de dide jinan û wan xurt dike.
 
Civîn bi rêzenîqaş û pêşniyarên ji hêla jinan ve bi dawî bû. Di wan nîqaşan de hate gotin komên jinên dilxwaz werin avakirin da ku serdana kampan bikin û rewşa wan bişopînin, pêdiviyên wan bişopînin û piştgiriyê bidin jinan.