'Tekane rêya aştiya civakî bidawîkirina tecrîdê ye'

  • 15:43 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
MÊRSÎN - TUAY-DER’a Çukurovayê têkilarî mijara tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê re (Çukurova TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpekirinên li girtîgehan daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hate xwendin. Li eywana daxuyaniyê pankarta bi kurdî û tirkî ya “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatibû daliqandin. Daxuyanî ji hêla Serokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş ve hate xwendin. Altuntaş got ku li tevahiya girtîgehan îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li girtiyan tê kirin û destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan bi awayekî vekirî qanûnan binpê dikin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Hema hema her roj bi dehan agahiyên îşkence û miameleya xerab bo wan tên. Heke gotin di cih de be girtîgehên Tirkiyeyê veguherandine malên îşkence û mirinê. Tevî ku ewlekariya can a girtiyan bi qanûnan hatiye mîsogerkirin jî bi mirin û îşkenceya sîstematîk rû bi rû dimînin.
 
Di dema hejmartinê de gardiyanên mêr tên qawîşê û girtî jî îtîraz dikni. Xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan hate redkirin. Piştre jî nêzî çil gardiyan û cendirme ketin qawîşê û nêzî çil deqeyan îşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer kirin. Heta ku îktîdara AKP-MHP’ê van sepanên xwe yên faşîst ên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî dikin û berpirsyarên wan didarizînin, berpirsyarên sereke yên van sepanan in. Ev yek nîşan dide ku binpêkirinên mafan, îşkence û polîtîkayên bêzarkirinê yên li girtîgehan di çarçoveya konseptekê de tên meşandin.
 
Zextên li girtîgehan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Îmraliyê heye. Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan e.  Lewma banga me ew e ku di serî de pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, êriş, binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêzarkirinê yên li hemû girtîgehan bên bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û îşkenceyê dengê xwe derxînin."