Hilala bi beyanên Umit Akbiyik hat girtin, hat tehliyekirin

  • 15:27 12 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Hilal Ada ya bi îfadeyên eşkere yên Umit Akbiyik hatibû girtin, di rûniştina ewil de hat berdan. 
 
Li ser beyanên eşkere yên şahidê vekirî Umit Akbiyik Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25'ê Nîsanê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de Hilal Ada hatibû girtin. Rûniştina doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" li Hilalê hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hilal û parêzerê wê Yunus Muratakan li rûniştinê amade bûn. Umit Akbiyik jî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Kastamonuyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.
 
Hilalê da zanîn ew şahidê vekirî Umit nas nake û got ew têkoşîna derbarê jinan de dide meşandin û ev xebatên dide meşandin jî rewa ne. 
 
Umit îfadeyên bi guman da û parêzerê Hilalê jî ew parast. 
 
Hilalê jî da zanîn ew bi awayekî bêhiqûqî tê girtin û got divê ew bê tehliyekirin. 
 
Meqama iddiayê daxwaza berdewamiya girtina Hilalê kir. 
 
Hat tehliyekirin
 
Şandeya Dadgehê bi çarçoveya kontrola tedbîra edlî û bi şertê qedexeya derketina derve biryara tehliyekirina Hilalê da û rûniştin taloqî 12'ê Kanûnê kir.