Li dijî 12'ê Îlonê çalakî hatin lidarxistin

  • 15:16 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera derbeya 12'ê Îlonê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin.
 
Bi wesîleya salvegera Darbeya 12'ê Îlonê li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn.
 
Stenbol
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li ber avahiya kevn a TRT Radyoyê daxuyanî da.
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî bûyerên 12'ê Îlonê qewimîn, bi bîr xist.
 
Înîsiyatîfa 78’an li Kazancî Yokûşiyê Taksîmê daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiya protestoyî bûn û pankartên têkildarî darbeyê hatin hilgirtin.
 
Parêzvana mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû bi bîr xist ku Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an Celalettîn Can ku bi hinceta piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û girtin. Nîmet pirsgirêkên tenduristiyê yê Celalettîn bi bîr xist.
 
Endamê 78'ê Îsmet Evren diyar kir ku, jîngeha şer û pevçûnan weke rêyeke parastina desthilatdariyê û siyasetê, bi veqetîna civakê ya ji hev, kûrkirina xizanî û hewaya fikar û tirsê didome.
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk banga berdewamkirina têkoşîna li dijî zîhniyeta derbeyê kir.
 
Di çalakiyê de hat gotin, "Em daxwaz dikin ku Destûra Bingehîn a 1980'ê bê rakirin û bi mutabaqatek civakî makezagoneke demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz û civakî bê çêkirin. Em daxwaz dikin ku Girtîgeha Leşkerî ya 5’emîn a Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’. Em dixwazin di Komareke Demokratîk de bijîn.”
 
Riha
 
Înîsiyatîfa 78’an a Rihayê der barê 12’ê Îlonê de li ber avahiya baroyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parastvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapê (DÎSK Basin-Îş) Farûk Eren û gelek kes amade bûn. Endamê Înîsiyatîfa 78’an û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Vahît Akgul bertek nîşanî girtina Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an Celalettîn Can da.
 
Hatay
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê li konteynirê ku piştî erdhejê hat avakirin daxuyaniyek da. Hevseroka Komeleyê Ayten Kilinç diyar kir ku pêwîstî bi peymaneke nû ya civakî û makezagoneke demokratîk heye.
 
Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê jî bi wesîleya salvegera darbeya 12'ê Îlonê daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Mêrsîn
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Komeleya Înîsiyatîfa 78'an a Mêrsînê li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî dan. Seroka Komeleya Înîsiyatîfa 78'an Yeşîm Daggeçen daxwaza makezagoneke demokratîk, azadîparêz û wekhevîxwaz kir.