Ji Gultan Kişanak peyama 12’yê Îlonê

  • 14:37 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
RIHA - Li Rihayê bi sernavê "12'yê Îlonê û hiqûq" panelek hat lidarxistin, siyasetmedara girtî Gultan Kişanak peyamek şand û got: "Em ê bi berxwedana xwe ya birûmet vê tarîtiyê belav bikin.” 
 
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi boneya salvegera 12’yê Îlonê bi sernavê “12’yê Îlonê û hiqûq” panelek li dar xist. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî hate lidarxistin. Parastvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapê (DÎSK Basin-Îş) Farûk Eren axivîn. Panel bi pêşkeşiya rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Dîcle Aksu û bi moderatoriya Alî Fûat Bucak hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
  
Akin Bîrdal got ku bi ser 12’yê Îlonê re 43 sal derbas bûn lê bandora wê hêj berdewam e. Bîrdal, diyar kir ku sedsala Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan derbas bû û wiha got: “Gelek kes beriya 12’yê Îlonê bi suîqestê hatin qetilkirin. Di nava van kesan de kesên ji fikr, bawerî û nîjadên cuda jî hebûn. Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe, divê bi rabûrdiya xwe ya sedsalê re hevrû bibe. Ji bo demokratîkbûnê divê ‘çepa tirk’ jî bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe.” Akin, damezirandina ÎHD’ê bi bîr xist û têkildarî rapora ÎHD’ê ya têkildarî bîlançoya 12’yê Îlonê agahî da. Bîrdal, di berdewamê de şahidiya xwe ya 12’yê Îlonê vegot. 
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Farûk Eren jî binpêkirinên li dijî çapemeniyê vegot. Eren, qala zextên di 12’yê Îlonê de li rêxistinên kedê hatine kirin bi bîr xist û wiha got: “Li pêşiya sendîkavaniyê astengî hene. Di 12’yê Îlonê de gelek kes bi awayekî kiryarnediyar hatin windakirin. Yek ji kesên 43 sal berê di 12’yê Îlonê di bin çavan de hatiye windakirin jî kekê min Hayrettîn Eren e. Malbatên windakiriyan, weke Dayikên Şemiyê ev têkoşîn berdewam kir. Zext, roj bi roj zêdetir dibin.” 
  
Dîcle Aksu, nameya ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û yek ji şahidên 12’yê Îlonê Gultan Kişanak xwend. Gultan, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd, pirsgirêka “cihêkariyê” ye û wiha domand: “Heman darizandinên 12’yê Îlonê îro li Sîncanê tên kirin. Di navbera wan de tenê ferqek heye ku ew jî şandeya dadgehê unîformayeke aydê îktîdarê li xwe nekiriye.”
 
Gultan têkildarî Doza Kobanê agahî parve kirin û weke “doza dîlgirtiyên siyasî” nirxand. Gultan Kişanak, diyar kir ku her çend ku ji hêla rêbazê ve Doza Kobanê û darizandinên 12’yê Îlonê ji hev cuda bin jî, armanc û encamên wan heman in û wiha bi dawî kir: “Em ê bi sekn û berxwedana xwe ya birûmet vê tarîtiyê belav bikin; xefikên li pêşiya derfetên aştî û çareseriyê vala derxînin.” 
 
Panel bi pirs-bersivan bi dawî bû.