Yekîtiya Jinên Ciwan: Dê jin bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ azad bibin

  • 14:13 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê bi munasebeta yekemîn salvegera destpêkirina serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê hat gotin; “Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê jinên ciwan ên cîhan û welat azad bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Divê herkes bi şêwazek herî bihêz tevlî çalakiyên ji bo salvegera serhildanê bibin.”
 
Duh Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê bi munasebeta yekemîn salvegera destpêkirina serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin, bibin yek û welat azad bikin. Bang li hemû ciwanan hate kirin da ku bi şêwazek aktîf tevlî çalakiyên ji bo savgera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, azadî’ serhildanekê dest pê kir. Piştre belavî nava hemû civak û cîhanê bû, di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de ev serhildan bê mînak bû. Ev jî vê rastiyê raxist ber çavan ku jin û civak bi avakirina hêza rêxistina xwe û têkoşînek hevbeş, dikarin bigihin serkeftinê.
 
Dinyayê girîngiya tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, taybet jî ên li ser mijara azadiya jinan dît. Ji bo vê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, tê wateya azadiya jinan. Herwiha jin têkoşîna ji bo mîsogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û belavkirina fikir û ramanên wî weke erka xwe ya sereke dibînin.
 
Qonaxa niha qonaxa têkoşîna azadiya jinê û rola sereke û berpirsyartiyek girîng dikeve ser jinên ciwan. Di vê qonaxê de paradîgmaya Rêber Apo û birdoziya rizgariya jin bi bandor e. Ji bo vê erk û berpirsiyartiya me weke jinên ciwan gelek in, stratejiya şerê gelê şoreşgerî, erkê bicihanîn û azadiya fizîkî ya Rêber Apo sedema serkeftinê ya têkoşîna me ne. Li ser vê bingehî pêwîst e em Rêber Apo rast têbigihin û bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, azadiya hemû jinên cîhan û azadiya welat ser bixin.
 
Divê tevahî jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berê xwe bidin eniyên serhildanê, bila em hertim yekîtiya jinan û yekîtiya hevaltiya jinan pêş bixin. Li ser vê bingehê bi şêwazek herî bi hêz tevlî çalakiyên salvegera serhildanê bibîn.”