Ji bo azadiya Abdullah Ocalan komxebat hat lidarxistin

  • 14:05 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma ‘Bi çanda xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’ Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn li ser jin, çand û Rêbertî komxebatek li dar xist.
 
Li Herêma Firatê bi amadehiya bi dehan ji endamên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido, di mijarên jin, çand, Rêbertî, etîk û estetîkê de komxebatek hate lidarxistin. Komxebat bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. 
 
Piştre Fatma Xelîl li ser navê Rêveberiya Hîlala Zêrîn derbarê jin, çand û Rêbertî de axivî û got “Rêber Apo dibêje ‘têkiliya bi jinê re weke amûreke mûzîkê, bi wî dengî jinê nas dibe. Di dîroka dûr û dirêj de, dayikê bi hemû aliyan ve çanda xwe û klama xwe parast. Rêber Apo dibêje ew jina ku li pey rastiyê dikeve ez wê jinê silav dikim. Jinê jî ji bo pêkanîna azadî û wekheviyê bê navber têkoşiya.”
 
Fatma Xelîl axaftina xwe wisa domand “ Divê em jî di şexsê Eyşeşan, Meryemxan, Mizgîn û Delîla de bi dengê xwe çanda xwe biparêzin. Huner bi xwe şoreşek e, divê em jî bi hunera xwe şer bikin. Yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin û yên bedew dibin jî tên hezkirin. Hêviya dijmin ev e ku çanda Kurdan ji holê rake lê di dîroka dûr û dirêj de dayikan bi lorîkên xwe ev çand parastin.”
 
Di komxebatê de li ser jin, çand û Rêbertî de gelek nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de qala azadiya jinê, berxwedana wê ya di dîrok û çandê de hate kirin. 
 
Di komxebatê de Hevserokê Desteya Diravî ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî li ser etîk û estetîkê axivî û got “Di nava mirov de exlaq heye û ew ji wijdan ava dibe. Exlaq bi xwe zimanek e û bi rêya exlaq mirov tê naskirin. Ev xweşikiya giyan e. Rêber Apo jî dibêje exlaq jî siyasetek e, gelo bêyî exlaq wê civak çawa ava bibe? Bêyî exlaq civak tune ye, ji ber vê exlaq bi xwe xweşikiya civakê ye. Xweşikî ne lixwekirina cil û bergên xweşik e, xweşikiya rastîn xweşikiya mejî ye.”
 
Komxebat piştre bi nîqaşên li ser etîk û estetîkê bi dawî bû.