Dê Emîne Şenyaşar Emeliyat bibe

  • 13:36 12 Îlon 2023
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar bi dowîza li ser  "edalet" nivîsandî çû nexweşxaneyêa ku wê lê emeliyat bibe.
 
Emîne Şenyaşar a ku du lawên wê û hevjînê wê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamneterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, nobeda xwe ya edaletê didomîne. Emîne Şenyaşar îro neçû cihê çalakiyê û bi boneya çongên xwe emeliyat bike çû nexweşxaneyê. Şenyaşar pankarta nivîsa “edalet” li serê nivîsandibû jî li gel xwe bir nexweşxaneyê. Şenyaşar birin odeya muşahedeyê û piştî nîvro hat emeliyatkirin. 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar derbarê çalakiyê de agahî da. Ferît diyar kir ku heta dayika wî baş bibe bibe  ew ê navberê bidin çalakiya xwe.