MYK’a Partiya Çep a Kesk civiya

  • 13:00 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk ji bo nirxandina konferansan, polîtîkaya tifaqan a partiyê û amadekariyên kongreyê civiya. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çep a Kesk piştî konferansên jin û têkel civiya. Civîn li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin serokatiya civînê kirin. Di civînê de pêvajoya siyasî û nirxandina konferansê, amadekariyên kongreya dê di meha cotmehê de bê lidarxistin û polîtîkaya partiyê ya tifaqan bên nîqaşkirin.