Jin li Ewropayê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dadikevin qadan

  • 12:35 12 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bang li her kesî û bi taybetî jî bang li jinan kir ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de dakevin qadan û got, "Em qadên çalakiyê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku par qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve, bû sedem ku jin û hemû beşên civakê li dijî desthilatdariyê bikevin nava berxwedanê ya dîrokî. Di daxuyaniyê de, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de jinên ku di encama polîtîkayên qirkirina jinê de ji aliyê sîstema baviksalar ve hatin qetilkirin bi hezkirin û hurmet hatin bîranîn. Her wiha jinên ku meşaleya berxwedanê hildidin jî hatin silavkirin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê jinên ciwan porên xwe yên dirêj berdan, dest dan hev, li ser textê li dibistanê bi yek hevokê destan nivîsandin  û wiha hate gotin, "Hevoka 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' form û ruhê têkoşîna jinê destnîşan kir. Ev yek rastiya 'Jin, Jiyan, Azadî' îfade dike. Ruhê paradîgmaya azadîparêziya jinê hêza xwe ji rastiya civakî-dîrokî werdigire û ji bo jinan paşerojeke azad li dora şoreşa jinê ava dike. Di salvegera yekemîn de em 16'ê Îlonê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' pêşwazî dikin ku gerdûnî bûye. Jin li tevahiya cîhanê li dora vê dirûşmê li hev kom dibin û digihêjin hev. Ev yek cihê kelecan û hêviyê ye."
 
'Em ê qadan dagirin'
 
Di daxuyaniyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li jinan, dostan, ciwanan û gel hate kirin ku li Ewropayê beşdarî pêngava 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê' bibin.
 
Di daxuyaniya TJK-E'yê de  ev bang hat kirin, "Em bi biryar in ku bi aqil, berxwedan û rengê jinê azad bibin, bedew bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşîna xwe ya mezin bi ser bixînin ku mohra xwe li sedsalê xistiye. Em dibêjin, 'Ji bo xwişka min, ji bo xwişka te, ji bo xwişka me' em qadên têkoşînê bi biryardariya mezinkirina têkoşîna azadiyê dagirin."