Li Qendîlê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' semîner

  • 13:52 9 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Binarê Qendîlê ji hêla RJAK'ê ve bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li ser fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek hat dayîn. 
 
Li Binarê Qendîlê li ser danasîna felsefe û fikirê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, semînerek ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) hate dayîn.
 
Duh li Binarê Qendîlê bi tevlîbûna dehan jinan, di çarçoveya pêngava "Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve" semînerek hate dayîn. Di semînerê de li ser şoreşa jinê axaftin hatin kirin. Behsa wê hate kirin ku jin wê çawa tevlî şoreşa jinê bibin, çawa bikaribin pêşî li êriş û siyaseta li ser jinê tê meşandin, bigrin.
 
Di semînerê de jinan nêrîn û pirsyarên xwe anîn ziman û semîner bi guftugoyan dewam kir. Di dawiyê de jinan bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.