Konferansa jinan di roja 2'yemîn de berdewam dike

  • 11:08 9 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk di roja duyem de li Enqerê bi dirûşma "Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin" berdewam dike. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li Enqerê bi tevlîbûna 400 delegeyan konferansa navendî bi dirûşma "Bi serhildan û rexistinê em azadiyê diparêzin" li dar dixe. Konferansa ku li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê pêk tê di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
Di roja duyem de mijarên wekî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş, kedxwarî, xizanî, penabertî, ekolojî û encamên erdheja 6'ê sibatê dê bên nîqaşkirin.