Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag: Em ê bi nûbûnê pêşve biçin

  • 12:19 8 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Ji girtiyên siyasî Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak, di peyama ku ji konferansa jinan re şandin de  gotin, "Em ê xwe nû bikin û pêşve biçin. Divê em bi bîra xwe bînin ku em çawa bi ser ketin û em ji ku serbilind derbas bûn..."
 
Hevseroka Berê ya Giştî a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksek Dag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Gultan Kişanak ji girtîgehê ji bo Konferansa Jinan a Partiya Çep a Kesk re peyam şandin.
 
'Divê em bi bîr bînin ku em çawa bi ser ketin'
 
Peyama Fîgen û Gultanê wiha ye: "Jinên hêja, hevrêyên bi qîmet merhaba ji we re. Konfernsên me yên ku rastegeha navendî yên hevdîtina bi gel re ne em bi wan bawer in ku wê bibin berhema vê kedê. Divê em bizanibin ku îradeya jinan û xebatên wan ên kolektîf ku bingeha têkoşînê ne em tu carî ji bîr nakin û em ê li ser vî bingehî xwe nû bikin û bi pêş kevin. Em hervrêyên we yên girtî em ê di hemû şert û mercan de li gel we bin. Divê em bi bîra xwe bînin ku em çawa bi ser ketin û em ji ku serbilind derbas bûn...Bi hêza jinê ya ku nayê astengkirin bi zanîna cinsî û îradeyê û bi ruhê şoreşa jinê em ê ji vê neqeba  teng serkeftî derbas bin. Bi hezkirina hevrêtiyê em we silav dikin."