Kujerê Baran Hasan Reşo serî li rêbaza dînîtiyê da

  • 09:47 8 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Li Serkan Ozgun ê li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Reşo qetil kir 25 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Cezayê ku li Serkan hatiye birin bi îdiaya “ji bo were zelalkirin bê ka hişê wî li serê wî ye yan na” ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate betalkirin. ATK’ê jî rapora nû amade kir û got ku ji hêla aqil ve tu pirsgirêkên Serkan nînin. 
 
Kesê bi navê Serkan Ozgun di 6’ê tebaxa sala 2021’ê de li gundê Ebşî yê navçeya Midyad a Mêrdînê jina êzidî Baran Hasan Reşo qetil kir. Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê jî bi sedema “kuştina biqesdî”, 25 sal cezayên hefsê li Serkan birî, got ku dê cezayê wî neyê daxistin û biryar da ku rewşa wî ya girtî bidome. 
 
Sêyemîn danişîna dozê di 14’ê nîsana 2022’yan de hate lidarxistin û hem malbat hem jî parêzerên Reşo cezayê hatiye dayîn kêm dît û gotin; “Cînayet bi awayekî plankirî hatiye kirin û divê ev ceza were betalkirin.” Ji bo vê jî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê îtîraz kir. Parêzerên Serkan jî bi îdiaya “Hişê wî ne li serê wî ye” xwestin dosya were xerakirin û derheqê miwekîlê wî de biryara “nayê cezakirin” were dayîn. 
 
Parastina tendirustiya aqil hat qebûlkirin
 
1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgaeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê di çarçoveya daxwaza parêzerên bersûc de biryar da ku biryara dadgeha herêmî were betalkirin. Dadgehê destnîşan kir ku di salên 2003, 2004 û 2015’an de ji nexweşxaneyên cuda rapora “ji ber xerabûna psîkotîk ji bo leşkeriyê guncav nîne” hatiye dayîn û Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê jî rapora “tu pirsgirêkên wî yên mejî nînin” hatiye dayîn. 
 
Îstînafê di biryara xwe de diyar kir ku di navbera raporan de nakokî heye, îtîraza parêzerên bersûc qebûl kir. Îstînafê ji bo şopandina rewşa bersûc û rapora Lijneya Îhtîsasê, biryar da ku bersûcî bişînin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. 
 
'Pirsgirêka mejî ya bersûc nîne'
 
Dadgeha ku biryara dadgeha herêmî xera kirî, biryar da ku rewşa girtî ya bersûc bidome. Piştî vê biryarê, dosya dîsa li dadgeha herêmî hate vegerandin. Dadgeha herêmî jî ji bo were diyarkirin bê ka “aqil û hişê bersûc li cihe yan na”, biryar da ku bişînin ATK’a Stenbolê. Danişîna ewil a dosyayê duh li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê hate lidarxistin. Parêzerên her du aliyan jî tev li danişînê bûn û di danişînê de ewraqên nû hatin xwendin. Di rapora ATK’a Stenbolê de hat gotin ku “pirsgirêka mejî ya bersûc nîne” û hatibû gotin ku “dikare ceza lê wer birîn.” 
 
Piştî parastina parêzerên her du aliyan, dadgehê ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji Serdozgerriya Komarê re şand û danişîna din da 21’ê îlonê.