Cenazeyên HPG’iyan 5 meh şûnde hat radestkirin

  • 19:08 7 Îlon 2023
  • Rojane
COLEMÊRG- Cenazeyên Mahmût Tekîn û Peyam Demîr ên HPG'î yên li Cîloyê jiyana xwe ji dest dan, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.
 
Mahmût Tekîn (Botan Êriş) û Peyam Demîr (Rêvan Sûrûç) ên di 28'ê Adarê de li herêma Cîloyê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan di meha Nîsanê de ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Piştî encama DNA'yan eşkere bû malbat îro hatin Colemêrgê û cenazeyên xwe ji Goristana Bêkesan a li ser Solanê wergirtin û ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin. 
 
Cenazeyê Mahmût Tekîn (Botan Êriş) ber bi goristana li Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê û cenazeyê Peyam Demîr (Rêvab Sûrûç) jî ber bi goristana Gundê Buyukyolcûlar ê Pirsûsa Rihayê hat birêkirin.