'Daxwaza Emîne Şenyaşar wek sûc tê dîtin'

  • 09:08 7 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Ji Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar nixand û got: "Xwegîhandina edeletê wek sûc tê dîtin. Daxwaza dayika Emîne Şenyaşar wek sûc tê dîtin. Ev jî hîmê edeletê qels dike."
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê Parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê. Ev 41 roj in malbat wezîr Yilmaz Tunç re neanîn gel hev.
 
Çalakiya nobeta edeletê ya malbata Şenyaşar ji aliyê sazî, komele, rêxistinên jinan ve piştgiriyê dibîne. Polîsên mudaxale dikin nahêlin kes nêzî malbatê bibe. Di rojên borî de endama însiyatîfa gel Fatma Bostan Unsal ku xwest bi malbatê re nobeta edeletê bigire, bi mudaxaleya polîsan re hat rû hev û nehiştin biçin ber Wezareta dadê.
 
Endama Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal, der barê lêgerîna edeletê ya malbata Şenyaşar de nirxandin kir.
 
‘Me nêzî Fatma Şenyaşar nakin’
 
Fatmayê da zanîn ku têkoşîna edeletê ya malbata Şenyaşar der barê rewa pergala edeletê ya Tirkiyeyê de ye û wiha domand: “Têkoşîna edeletê ya malbata Şenyaşar mexduriyetek giran îfade dike. Di hilbijên 2018’an de bêyî sedem li dukana malbata Şenyaşar bûyer tê jiyîn û bûyer li dukanê bidawî nabe. Li nexweşxanê bi hovîtiyek mezin hevdjînê Emîne Şenyaşar tê qetilkirin. Du kurê wê tên qetiklirin. Bi vê jî sînor namînin kurê wê davêjin girtîgehê. Dayikeke ku dixwaze ev komkujî bi adîlane bê darizandin heye. Têkoşîna wê didome. Em dixwazin piştgiriyê bidin Emîne Şenyaşar lê nahêlin em nêz bibin.”
 
‘Em hatin astengkirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku Tirkiyeyê çend sal berê der barê plana mafê mirovan de ji Yekitiya Ewropayê piştgiriya aborî girtiye û yek ji armancên vê pişrgiriyê ev bû ku mirov xwe bi rehetî bigihînin mafê mirovan û wiha dirêjî daye: “Dayikek ji bo edeletê xwest bi wezîrê dadê re bê gel hev. Lê daxwaza wê ya mafdar nayê cih. Yên dixwazin ligel dayika Emîne bin tên astengkirin. Em 4 kes nikaribûn ligel hev bimeşin. Çar kes pergala cemawerî xera nakin.”
 
‘Gotinên wezîrê dadê bêtalih in’
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt diyar kir: “Baweriya bi saziyên Tirikyeyê kêm bûye. Ev astengî gumanbarên der barê edeletê de zêde kiriye. Ez gotina wezareta dadê ya wekê ‘ez naxwazim hevdîtinê bikim’ bê talîh dibinim. Armanca ewil a saziya herî biçûk edelete. Ger ku ev jî neyê bidestixin dewlet û civak xuyaye ku ketine valahiyê.  Xwegîhandina edeletê wek sûc tê dîtin. Daxwaza dayika Emîne Şenyaşar wek sûc tê dîtin. Ev jî hîmê edeletê qels dike. AKP dema hat desthilatdariyê got wê li dijî xizanî, nelêrêtî û qedexeyan têbikoşin. Lê îro em dinêrin ligel van gelek mijarên ku divê têkoşîn li dijî wê bê dayîn hene.”