Ciwan li Dûîsbûrgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 21:57 6 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 240 ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst li Dûîsbûrgê meşiyan.
Meşa ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku nêzî 240 ciwanên enternasyonalîst û yên Kurdistanê bi navê ‘Rêwîtiya Azadiyê’ da destpêkirin, berdewam dike.
 
Roja 3’emîn a rêwîtiya xwe jinên ciwan ku li Oberhausen HBF’ê hatin ba hev, ji bo balê bikşînin ser pêngava ‘Jin, jiyan, azadiyê, bi ser bixe azadiyê’, bi fûlarên mor pankartên têkildarê pêngavê hildan.Ciwan bi al û pankartan ji îstgeha navendî ya Oberhaûsenê ta navenda Dûîsbûrgê nêzîkê 15 kîlometreyan meşiyan.
 
Êvarê jî bi pêşengtiya jinên ciwan wê li Navenda Çanda Kurd a Dusseldorfê semînerek bê çêkirin. Di semînerê de wê niqaş li ser polîtîkayên şerê taybet ê berpêyî jinan û xweparastinê bên kirin. Ciwan wê sibehê ji îstgeha trenan a Neûssê li ‘Rêwîtiya Azadiyê’ dewam bikin. Serê sibehê wê ciwan werin ba hev û berbi Dusseldorfê ve bimeşin.
 
Roja pêncemîn a çalakiyê û ya dawîn wê ji Kolnê ber bi navenda Mulheîmê ve meş pêk bê.