Cenazeyê Leyla Gulcu nadin malbata wê

  • 15:33 6 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Encama testa DNA’ya şervana YJA-Starê Leyla Gulcu ku di 4’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, 24 roj in dernektiye û malbat dê sibê dîsa biçe serî li Serdozgeriya Mêrdînê bide.
 
Li Çiyayê Bagokê bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve di 4’ê tebaxê de operasyonek leşkerî hatibû destpêkirin û herêm hatibû bomberankirin. Di encama vê bomberanê de şervana YJA-Starê Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan), Emîne Kaplan (Eylem Mûnzûr) û Leyla Gulcu (Dîcle Eylem) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata Leyla Gulcu (Dîcle Eylem) di 17’ê tebaxê de serlêdan kirine û di naskirin ango teşhîsa cenaze de zehmetî kişandine. Piştre testa DNA’yê dane û testa DNA’ya wan şandine Stenbolê. Ev 24 roj in encama DNA’yê derneketiye û tu agahî jî nedane malbatê. Cenazeyê Leylayê  ev meheke li Saziya Tip a Edlî (ATK) ya Mêrdînê tê ragirtin.
 
Malbata Gulcu bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ew ê sibê biçin Mêrdînê, dîsa serî li Serdozgeriya Mêrdînê bidin.