Rojnameger Nazila Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hat kirin

  • 15:06 6 Îlon 2023
  • Rojane
 
WAN - Rojnameger Nazila Maroofian a li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, di peyama xwe ya bi rêya parêzerê xwe bi rê kirî de diyar kir ku di dema binçavkirinê de êrişa zayendî lê hatiye kirin. 
 
Rojnameger Nazila Maroofian ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin re kiriye heta niha 4 caran hatiye girtin û salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere lê hate birîn. Nazila bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Evînê peyameke bideng şand. 
 
Nazila, di peyama şand de cih da van gotinan: “Ez gelek ji we hemûyan hez dikim. Ez ji hemû gelê Îranê re minettar im. Ev çalakiya min a grevê ji bo hemû jinên di girtîgehan û qereqolan de rastî tundiya zayendî û fîzîkî tên e. Ev grev ji bo wan e. Di rewşa herî nebaş de di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin. Ev grev ji bo min û hemû jinên li Îranê di şertên herî xerab de dijîn e.”
 
Rojnameger Nazila li dijî êrişê di 1'ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û 6 roj in greva wê didome.