TJK-E'yê banga tevlîbûna mîhrîcanê kir

  • 13:13 6 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo tevlîbûna 31'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî, TJK-E'yê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê kir.
 
31'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî îsal diyarî diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hate kirin û derbarê mîhrîcanê de Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li dijî dewleta Tirk û alîgirên wê, her wiha hêzên hegemonîk ku hewl didin bi tecrîd û îzolasyonê Rêber Apo ji gel qut bikin, Gelê Kurd wê wê rojê careke din li qadan nîşan bide ku bi Rêberê xwe re ye û jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nake. Di Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî de li dijî qirkirina dîrokî, çandî û fîzîkî wê çand û nirxên neteweyî yên bi berdêlên giran û fedakariyên mezin hatine afirandin, bi coşa bi deh hezaran kesî li qadan bêne nîşandan.
 
Ji hemû welat û bajarên Ewropayê jin, ciwan, Kurdistanî û dostên xwe wê di vê şahiya çandî de li hev kom bibin û refleksa xwe ya siyasî û neteweyî nîşan bidin.
 
Mîna her salê îsal jî li gel naveroka dewlemend wê ji bilî şahiya ji muzîkê û qisekeran, her wiha standên ji keda hevalên me yên jin, ji xwarina Kurdistanê û nîşaneyên herêmî û dîtbarî yên nasnameya me ya neteweyî bêne nîşandan.
 
Bi navê TJK-E'yê em bang li hevalên xwe dikin ku di Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî de ku wê 9'ê Îlonê li Frankfûrtê pêk were bi berpirsyariyeke cidî rabin, bang li dostên xwe, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin ku bi rengê xwe tevlî mîhrîcanê bibin."