Bi ‘Konferansa Jinan a Mezin’ wê tifaqa jinê bê mezinkirin

  • 09:04 6 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Di 8-9’ê îlonê de Konferansa Jinan a Mezin pêk tê. Endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn da zanîn ku bi sernavên tifaqa jinê, têkoşîna hevpar diçin konferansê û wiha vegot: “Wek partiyek xwe nû kiriye em xeta têkoşîna xwe bi jinan re dikin meriyetê. Divê hemû jin di têkoşînê de cih bigirin. Em bang li jinan dikin ku bi me re bibin rêheval.”
 
Piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê şûnde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk di çarçoveya pêvajoya rêxistinbûna ji nû ve civîn, komxebat, hevdîtin pêk anîn û bi vê re hewl tê dayîn nexşerê ya nû bê avakirin. Meclîsa Jinan HDP û Partiya Çep a Kesk piştî  civînan bi sernavên danîn holê wê di 8-9’ê Îlonê de biçe Konferansa Mezin a Jinan. Beriya konferansê pêkhateyan li Stenbolê di 25’ê Tebaxê de civîn kirin û sernavên wekî tecrîd, şer, pirsgirêka Kurd, polîtîkayên dijminê jinê rêz kirin.
 
Endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn der barê Konferansa Mezin a Jinan û sernavên koneransê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Rojeva wan ev e ku tevgera berxwedanê bikin yek
 
Semîhayê da zanîn ku piştî hilbijartinên giştî bi gelek aliyên cuda re nîqaş kirine û di Meclîsa Jinan a di HDP û Partiya Çep a Kesk de cih digirt, di pêvajoya nîqaşê de nîqaşên xwe kirine. Semîhayê wiha vegot: “Erdnîgariya Rojhilata Navîn, şerê li Kurdistanê, talana xweza û tundiya mêr, dijîn. Di vê hawirê de hewce bi hûnandina têkoşînê heye. Di encama vê de meclîsa jinan piştî hilbijartinan nirxandin kir. Dema pêş wê encama van nirxandinan derkeve holê. Li herêman komxebatên me çêbûn. Piştî van komxebatan tabloya rêxistinî ya meclîsa me ya jinan hat nîqaşkirin. Di van komxebatan de li ser tevgera jinan a yekbûyî nîqaş hatin meşandin. Tevgerek parçe paçeyî heye. Bi sernavên ji van komxebatan derket em ê 8-9’ê Îlonê de biçin konferansa mezin. Em ê van biryaran veguherin biryaran.”
 
‘Tecrîda Îmraliyê wê bê nîqaşkirin’
 
Semîhayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li ser Îmraliyê û wiha anî ziman: “Konferans wê li Enqereyê pêk bê. Mijarên konferansê nîqaşkirişkirina çareseriya pirsgirên jin dijîn û ji bo rakirina tecrîdê wê nîqaş bên meşandin. Her wiha li dijî tundî, krîza aborî, pergala serdest a mêr wê nîqaş bên meşandin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê kiriye. Em tecrîdê di her qadê de dibînin. Siyaseta tecrîdê bûye navê rejîma welat. Em jin divê li dijî êrîşên tecrîdê bi awayekî xurt xwe bi rêxistin bikin. Ligel vê divê meclîsên jinan li dijî vê rewşa jinan bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin. Ne tenê gotin, divê xeta têkoşînê bê hûnandin. Em ê di konferansê de ji bo vê rê û rêbazan nîqaş bikin.”
 
Wê gavên tifaqa jinan bên avêtin
 
Semîhayê destnîşan kir ku konferans di heman demê de ji bo tifaqa jinê jî gavek e. Semîhayê nirxandina xwe wiha domand: “Gotina tifaqê di hilbijartinan de pir hat ziman. Tifaqa jinê ji bo tecrubeya me teşeyên wê yên xweser hene. Jin Bi hev re Xurt in, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Hewldana Jinan a Aştiyê mînakên vê tifaqê ne. Di vê demê de hewcedarî bi têkoşîna hevpar heye. Tifaqa jinê wê di dema pêş de zêdetir bibe civakî û divê em rê û rêbaza ku ev li hemû jinan belav dibe pêwist e. Di konferansê de wê nîqaşên xurt pêk bên. Piştî konferansê wê pêvajoya kongreyê dest pê bike. Piştre wek partiyeke xwe nû kiriye em ê xeta têkoşîna xwe bi jinan re bikin meriyetê.”
 
‘Em bang li hemû jinan dikin ku bibin rêhevalên me’
 
Semîhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jin di serhildanê de ne û wiha dawî lê anî: “Ji ber vê me pêvajoya konferansê bi dirûşma ‘Em bi serhildanê xwe bi rêxistin dikin azadiya xwe diparêzin’ meşand. Dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bû. Ev tenê jî ji bo me hêvî ye. Me tu carê dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Ji bo azadiyê hewce bi têkoşînê heye. Ez banga têkoşînê li hemû jinan dikim. Ez bang li hemû jinan dikim ku bibin rêhevalên me û em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”