ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2023'YAN

  • 09:00 6 Îlon 2023
  • Rojev
 
*Evîn Şahîn 8 salan di Girtigeha Tarsûsê û Şakiranê de ma û piştî 8 salan hat tehliyekirin. Evînê behsa polîtîkayên tecrîdê yên li girtigeha tê meşandin kir û wiha got: “Her tiştên me hêdî hêdî ji destê me digirtin. Lê belê li dijî polîtîkayên tecrîdê bi hêza Zîlan û Bêrîtanê em têdikoşin.” DÎMEN HEYE
 
*Di 8-9’ê îlonê de Konferansa Jinan a Mezin pêk tê. Endama Koordînasyona Jinan a HDP’ê Semîha Şahîn da zanîn ku bi sernavên tifaqa jinê, têkoşîna hevpar diçin konferansê û wiha vegot: “Wek partiyek xwe nû kiriye em xeta têkoşîna xwe bi jinan re dikin meriyetê. Divê hemû jin di têkoşînê de cih bigirin. Em bang li jinan dikin ku bi me re bibin rêheval.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera MATUHAYDER’ê Sebat Karul da zanîn ku 30 meh in  tû agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got yek gotineke Abdullah Ocalan wê ji bo gelan çareserî be û wiha got: “Ger em bixwazin azadî û aramî bê vî welatî, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin. Ez banga têkoşîna topyekun li hemû kesî dikim.” BI DÎMEN 
 
* Li Taxa Şêxmeqsûd pêşengehek ji aliyê Meclîsa Tendirustiyê ya Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzidî ve hatibû vekirin. Jinan têkildarî vê pêşangeha ji bo parastina çand û hunerê hat vekirin, wiha gotin:"Em weke jinên Taxa Şêxmeqsûdê, dest ji xweza, kevneşopî û çanda xwe bernadin. Em ê têkoşîn bikin heta ku em nehêlin çanda me were qirkirin. " DÎMEN HEYE
 
* Li gorî çeteleya meha tebaxê ya ajansa me 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 21 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jin jî ji mirinê rizgarbûn. ÇETELEYA TUNDIYÊ