Li Başûrê Kurdistanê di meha tebaxê de 9 jin hatin qetilkirin

  • 14:07 5 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de 9 jin hatin qetilkirin. 3 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
 
Meha Tebaxê li Başûrê Kurdistanê li bajarên Silêmaniye, Kerkûk, Helebce, Germiyan, Qeladizê, Raperîn û Behdînanê bûyerên tundiya li dijî jinê zêde bûn.
 
Li gorî ajansa nûçeyan ya Nûjinhayê, tenê meha derbasbûyî li van herêman herî kêm 9 jin hatin qetilkirin, 3 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
 
Tundiya li ser jin û keçan ên li hinek parêzgehan wiha ye:
 
Silêmanî
 
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Silêmanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberê Jin û Malbatê, di 2’ê Tebaxê de li sînorê Hewlêr û Dihokê zarokek keç 11 salî hat revandin. Dema zaroka keç hat rizgarkirin, der barê kiryar de doz hat vekirin.
 
Kerkûk
 
Li Kerkûkê di 3’ê Tebaxê de mêrekî jina ku pê re zewicandî bû û dayik û bavê wê bi çekê qetil kir. Hat diyarkirin ku kiryarê ku piştî bûyerê reviya, polîs e û erkdarê parastina kesayetên pêşeng ên Kerkûkê ye.
 
Germiyan
 
Li gundê Rizgarî ya navçeya Qalarî ya Germiyanê, jina bi navê Nûr Aqeel a 17 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Malbata zaroka ku agahî da Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, wiha got: “Ket odeyê û piştre me dengê çekê bihîst. Beriya vê tu pirsgirêkek wê tune bû.” Hat zanîn ku zaroka keç ji sînga xwe gule xwariye û çeka ku hatiye bikaranîn jî bê ruxset e. Têkildarî bûyerê kes nehat binçavkirin.
 
Helebçe
 
Li Helebceyê di şewata ku 7’ê Tebaxê di malekê de derket de, Nazîre Husên Hama Salih a 41 salî û keça wê Arena Tarik Azîz bi giranî birîndar bûn. Dayik û keça ku dihatin tedawîkirin, di 20'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Silêmanî
 
Di 8’ê Tebaxê de li Silêmanî jinek 23 salî bi amûra birîne hate qetilkirin.
 
Kerkûk
 
Di 10’ê Tebaxê de li Kerkûkê li taxa Panja Alî ya li nêzîkî rêya hawirdorê jin û mêrek ji Silêmanî hatin gulebarankirin. Hate diyarkirin jina ciwan Ezra Manhal Nejma ya 24 salî ya hate qetilkirin xwişka êrîşkar e û mêr jî hevjinê Ezra Samî Şukûr e.
 
Qaladize
 
Di meha Tebaxê de li taxa Aştî ya navçeya Qeladzeyê jineke 32 salî, ji aliyê birayê xwe yê 35 salî ve bi çekê hate qetilkirin. Piştî bûyerê kiryar li Qeladize teslîmî hêzên ewlehiyê bû, kiryar li gorî madeya 406’ê ya Qanûna Cezayan hat binçavkirin. Her wiha çeka di pêkanîna sûc de hat bikaranîn jî hat desteserkirin.
 
Silêmanî 
 
Şeva 17’ê Tebaxê li Silêmanî jineke Ereb a dayika 4 zarokan bi awayekî hatiye qetilkirin hate dîtin.
 
Raperîn
 
Di 21’ê Tebaxê de cenazeyê jineke 25 salî ya 4 roj in winda bû, li ava lîmana Ranya hate dîtin.
 
Behdînan
 
Di 24’ê Tebaxê de li nêzî gundê Halîlkan a navçeya Gardasînê li Çemê Hazirê cenazeyê 2 jinên ciwan hate dîtin. Piştî tespîtkirina nasnameyan hate diyar kirin cenaze aîdê Hanan Ramazan Abdo ya 23 salî û Xalat Şaban Xalil e.