Hevserokên Berê yên HDP'ê derbasî Partiya Çep a Kesk bûn

  • 13:42 5 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji partiya xwe îstifa kirin û tevlî Partiya Çep a Kesk bûn. Hejmara wekîlên Partiya Çep a Kesk derket 57'an.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî kongreya xwe ya 27’ê Tebaxê, hemû xebatên xwe radestî Partiya Çep a Kesk kirın. Du parlamenterên HDP’ê yên li meclisê ku Hevserokên Giştî yên Berê ên HDP'ê bûn Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî piştî vê biryarê tevlî Partiya Çep a Kesk bûn. Bi vê derbasbûnê re tû parlamenterên HDP'ê li meclîsê neman.
 
Hejmara wekîlên Partiya Çep a Kesk derket 57'an
 
HDP'ê  di kongreya 27'ê Tebaxê de hat lidarxistin biryar hatibû girtin ku dê hemû xebatên xwe veguhzîne Partiya Çep a Kesk. Herwiha Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî îstifa kirin û tevlî Partiya Çep a Kesk bûn. Bi van îstifayan re parvekirina kursiyan di qeydên parlementoyê de guherî. Hejmara wekîlên Partiya Çep a Kesk ji 55’an derket 57’an û tu parlamenterên HDP’ê neman.