Parêzer Sezîn Uçar hat binçavkirin

  • 13:41 5 Îlon 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar a ji bo îfadeyê çû Edliyeya Çaglayanê hat binçavkirin. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Uçar a ji bo îfadeyê çû Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hat binçavkirin. EHB’ê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev agahî parve kir: “Em ê pratîka parêzertiyê ya EHB’ê biparêzin. Çi dibe bila bibe em ê rêya xwe bidomînin. Banga me ya ji bo hempîşeyên me ye, ev êriş ne tenê li dijî OHD-EHB’ê ye, li dijî tevahiya parastinê ye.”