Ji jinan bi projeya 'Îcar ji vir ve lê binêre'

  • 10:53 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED -  KASED'ê di çarçoveya projeya "Îcar ji vir ve lê binêre" bi jinan re xebata kargehê kirin. Bi 40 jinan re xebata kargehê hat lidarxistin. Jinan hunera xwe li vir derxistin holê. 
 
Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) li navçeya Rezana Amedê bi 40 jinan re xebata kargehê li dar xist. Di çarçoveya vê xebatê de wê li Şanoya Bajêr a Amedê şahiyekê li dar bixe. Di şahiyê de amûrên muzîkê ango enstrûmanên ku ji bermahiyên kevn çêkirine  dê werin nîşandan. 
 
Rêvebera KASED’ê Salîha Ayata ya ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, derbarê xebatên li kargehê kirine de axivî û destnîşan kir ku ew bi armanca qadan ji jinan re vekin derketine rê û ji bo astengiyên li pêşiya hunera jinan rakin KASED ava kirine. 
 
'Me xwest em tiştên kevn bûne bi kar bînin'
 
Salîha anî ziman ku bi dirûşm û projeya “Îcar ji vir ve lê binêre” bi 40 jinan re li navçeya Rezanê xebata kargehê pêk anîne û wiha got: “Nemaze em fikirîn ku ekolojî çiye? Kelûpelên tên avêtin çima tên avêtin? Em bi van pirsan derketin rê. Berê dayik û dapîrên me hemû kelûpelên kevn dibûn bi awayekî tiştek din jê derxistin û şikil didanê. Lê me xwest em tiştên kevn bûne bi kar bînin û jê amûrên nû çêkin. Di kargehê de me krema xwezayî jî çêkir. Me di kargehê de li ser ‘newekheviya zayendiya civakî” jî nîqaş kirin. Piştî nîqaşên hatin kirin di kargehê de jin bûn du kom. Komekê li ser karê ‘ekolojiyê’ û koma din jî li ser karê ‘muzîkê’ rawestiyan. Jinan bermayiyên kevn ango kelûpelên tên avêtin anîn û jê kelûpel ango amûrên hunerî jê derxistin.” 
 
Salîha dibêje ku wan bi zanebûn ji bo vê xebatê navçeya Rezanê bijartine û xwestine jinên Rezanê ku ji hunerê dûr in wan bêtir bixin nava vê xebatê û rê li ber wan bidin vekirin. 
 
Wê xebatên xwe bidomînin
 
Salîha da zanîn ku wan bi xebata xwe kiriye ku girîngiyê bidin felsefeya jiyana ekolojik û berhem ango amûrên ku di çarçoveya kargehê de çêkirine dê îro êvarê li Şanoya Bajêr a Amedê bi şahiyekî bidin nasîn û nîşandan. 
 
Salîha got ew ê her xebatên xwe yên ji bo çand û hunerê bidomînin.