'Qeyûm kurdbûnê hedef digire'

  • 09:02 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Qeyûm di sala 2016'an de, tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin. Ev 7 sal in bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên cur bi cur dimeşîne. Hilbijartinên ku wê 31'ê Adara sala 2024'an, dê bê çêkirin nêzîk dibe. Jinên li navçeya Farqînê ya Amedê dijîn ji bo hilbijartinê û polîtîkayên qeyûman nirxandin kirin.
 
Hişmendiya qeyûm a AKP-MHP'ê li dijî destkeftiyên gelê kurd her tim serî li polîtîkayên çewisandinê da. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê, kir. Armanca qeyûmên AKP-MHP'ê ev bû ku polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê hêsantir bimeşîne. Qeyûm bi her awayî di nav 7 salan de êrîş li ser çand, ziman, xweza û nasnameya kurdan kir. Her wiha li navçeya Farqînê ya Amedê belavbûna tiryakê û bêkarbûna ciwanan, mînakên van êrîşan e. Jinên Farqînê di derbarê qeyûm û hilbijartinê de nirxandin kirin.
 
'Qeyûm êrîşî ziman dike'
 
Saadet Yavûz di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya zimanê Kurdî kir û diyar kir ku qeyûm ziman hedef digire û kes di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin. Saadetê anî ziman ku divê zarok bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em dixwazin dibistan ji bo zarokên me hebe. Em jî xwedî maf bin. Hunera xwe bi zimanê xwe pêk bînin. Şaredariya me di destê qeyûm de ye û êrîşî ziman dike. Beriya qeyûm li vê derê bazara jinan, hebû û jinan tiştên ku bi keda destê xwe çê dikirin, difrotin. Hem xebat dikirin û hem jî zarokên xwe xwedî dikirin. Dema ku qeyûm hat, ew bazara jinê hat rakirin. Êrîşî jinan û keda wan kirin."
 
Rêveberiyek xwe bixwe dixwazin
 
Saadetê daxuyand ku êdî naxwazin qeyûm bên tayinkirin û dixwazin xwe bixwe bi rê ve bibin. Saadetê destnîşan kir ku divê pêl îradeya wan neyê kirin û wiha got: " Em kê dixwazin û hilbijêrin, bila ew bi ser bikeve û bi rê ve bibe. Em naxwazin şaredariya desthilatdara AKP-MHP'ê me bi rê ve bibe. Rêya me rûmeta me ye. Em naxwazin pêl rêyê me bê kirin. Em dixwazin Amed azad be."
 
'Qeyûm kurdbûnê hedef digire'
 
Fatma Hillez jî di axaftina xwe de behsa armanca qeyûm kir û da xuyakirin ku windabûna kurdbûnê tê hedefgirtin. Fatmayê da nîşandan ku rêyên Farqînê jî ji ber vê nayên çêkirin û dema ku gel giliyên xwe dike jî diavêjin paş guhê xwe. Fatmayê wiha bi lêv kir: " Ez diçim nexweşxaneyan ên li wê derê jî kurmanc in, lê belê Tirkî diaxivin. Dayik û bavê wan Kurmancî diaxivin, lê belê ew Tirkî diaxivin. Gava ku Kurmancî biaxivin em dikarin derdê xwe derman bikin. Dema ku ceyrana min tune be, rêya min xera bibe ez nikarim bêjim, ji ber ku Tirkî nizanim."
 
Dixwazin ciwanan bi bêkarbûnê re terbiye bikin
Fatmayê diyar kir ku qeyûmê ev 7 sal in ji bo ciwanên Farqînê tu tişt nekiriye û ciwanan bi bêkarbûnê re rû bi rû dihêle. Fatmayê destnîşan kir ku ev bêkarbûn jî ciwanan kaşî diziyê dike. Fatmayê da zanîn ciwan ji ber bêkarbûnê serî li tiştên cuda dixin û wiha pê de çû: "5 qirûş pere di destê wan de tune ye. Di nav malan de ji ber tunebûna aboriyê gangeşî derdikeve. Dema ku kar hebe tiştên wisa çê nabe. Bi tunebûnê dizî jî dibe. Gel hêsîr e, nikare nan bîne mala xwe.”
 
‘Divê derfetên kar bên avakirin’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo ciwan û gelên Farqînê kar hewce ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ez dixwazim tiştên baş çê bibin. Bila rêyên me jî bên çêkirin. Ji bo jinan jî derfetên kar çê bibin û ew jî pîşeyan hîn bibin.”
 
‘Tayînkirina qeyûm binpêkirina mafên gel e’
 
Hatîce Ezer di destpêka axaftina xwe de cih da rewşa Farqînê ya beriya qeyûm û da zanîn ku gelê Farqînê xebatên xwe didomandin. Hatîceyê bi bîr xist ku tayînkirina qeyûm zilm e û binpêkirina mafên gel e û wiha axivî: “ Qeyûmê ku hatiye tayinkirin, tu tiştekî ji bo gel nake. Tenê çavê gel boyax dikin.”
 
‘Qeyûm ciwanan bi tiryakê re rû bi rû dihêle’
 
Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûmê yên li ser ciwanên Farqînê û da xuyakirin hem zarokan hem jî ciwanan bi tiryakê re rû bi rû dihêlin. Hatîce wiha pê de çû: “ Wan dixin kuçeyan. Di nav gel de tiryak gelek zêde ye. Karek tune ye ciwan bikin. Ji ber vê yekê ciwanên me yan serî li tiryakê dikin, an jî neçar dimînin, derbasê Ewropayê dibin. Ji ber bêkarbûnê tehemula ciwanên me nemaye. Em dixwazin ev tişt di nav me de paqij bibe.”
 
‘Bi hezaran mirov bi destê qeyûm hatin îxraçkirin’
 
Haticeyê daxuyand ku kurdan li ku derê serê xwe bilind kiriye, desthilatdaran li wê derê astengî derxistine. Hatîceyê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman, bi hezaran mirov ji karê xwe hatin îxraçkirin û wiha destnîşan kir: “Zarokên min di şaredariyê de dixebitîn û me debara xwe dikir. Piştre qeyûm hat û wana jê derxist, ne tenê wana, bi hezaran mirov derxist. Yên ku hatine îxraçkirin bê kar û perîşan bûne. Ev zilm e.”
 
‘Qeyûm li hember tecawiz û tiryakê nîne, li hemberê kurdan e’
 
Hatîceyê anî ziman divê şaredarî ji destê qeyûm derbikeve û bi bîr xist ku her roj jin tên qetilkirin, tecawizkirin, destdirêjî li dijî zarokan tê kirin. Hatîceyê da zanîn ku tenê kurd tên hedefgirtin û qeyûm li hember destdirêjî, tecawiz, tiryakê nîne. Hatîceyê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “ Kêf dike ku ev tişt di nav me de pir bibin. Lê belê em serê xwe danaynin. Dema ku neviyên me çê bibin em ê wan jî bi kurdewarî mezin bikin. Dewlet her çiqas bixwaze serê me bitewîne jî nikare.”